BI DÎMEN

Li Bergisch Gladbachê Şehîdên Rûmetê hatin bibîranîn

Di çalakiya bîranînê ya ku li bajarê Bergisch Gladbachê hat lidarxistin de, şehîdên ku li Rojava û Rojhilat hatine qetilkirin hatin bibîranîn. Malbatên şehîdan peyama “Heta nefesa dawî em dilsozê doza wan in” dan.

Li bajarê Bergisch Gladbach ê Elmanyayê bi beşdariya malbatên şehîdan û Kurdistanîyan çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bernameya ku li salona Saal 2000’ê pêk hat de, şehîdên ku di têkoşîna azadiyê ya Rojava û Rojhilat de şehîd düşenler hatin bibîranîn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin û sirûda neteweyî ya Kurd Ey Raqîp dest pê kir. Salon bi wêneyên Rêber Apo, Fermandar Haşim Dêrik, Ziyad Heleb û gelek şehîdan, her wiha bi pankartên “Şehîdên me Rûmeta me ne” hat xemilandin. Di bîranînê de her wiha di şexsê Rojbîn Amara, Deniz Çiya, Ziya Heleb û Ehmed Omer de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.

MALBATÊN ŞEHÎDAN: EM ŞOPDARÊN MÎRATEYA RÛMETÊ NE

Di bernameyê de ewil li ser navê malbatên şehîdan axaftin hatin kirin. Li ser navê malbata Şehîd Îvan Dêrik, Salah Dêrik axivî û got: “Em îro li vir ne tenê ji bo sersaxiyê, lê ji bo xwedîderketina li mîrateya rûmetê ya ku şehîdên me li pey xwe hîştine hatine cem hev. Ew rûmeta me ne. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî dilsozê doza wan bimînin.”

Birayê Haşim Dêrik, Sabir jî wiha got: “Me Şoreşa Rojava bi xwîna şehîdên xwe av da. Em ê bi zindîgirtina kîn û baweriya xwe wan bidin jiyîn. Şehîd Namirin.”

TÊKOŞÎNA HAŞIM DÊRIK HATE VEGOTIN

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku meşa şoreşgerî ya Fermandar Haşim Dêrik a ji Bakur heta Rojhilat û Rojava, sembola yekitiya neteweyî ye. Rolê wî yê di avakirina saziya Asayîşê de, berxwedana Efrînê, xebatên wî yên li Reqqa û Dêrezorê yên li dijî DAÎŞ’ê û xebatên rêxistinkirinê yên li Heleb/Şêxmeqsûdê hatin ragihandin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şenge Kahraman axivî û diyar kir ku şehîdan li hemberî êrîşên herî giran jî gav paş da neavêtine û got: “Mîrasa herî mezin ê ku şehîdên me ji bo me hîştine, vîna berxwedana li hemberî her cure zoriyan e. Em ê bi hêza ku ji wêrekiya wan digirin, heta nefesa xwe ya dawî parastina doz û nirxên xwe bikin.”

BIRYARA YEKÎTIYA HÊZÊN ROJHILAT DAXWAZA ŞEHÎDAN E

BIRYARA YEKÎTİYA HÊZÊN ROJHILAT DAXWAZA ŞEHÎDAN E

Li ser navê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Serhed Kirmaşan bal kişand ser geşedanên li Îranê û diyar kir ku biryara yekîtiyê ya hêzên Rojhilat daxwaza şehîdan e. Kirmaşan got ku divê ev yekîtî bibe alîkar ji bo têkoşîna hevpar a her çar parçeyên Kurdistanê.

PYD: HEVPEYMANÊN QIRÊJ HATIN PÛÇKIRIN

Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Saleh Bavê Heqî jî behsa şerên qirêj ên ku di sedsala 21’an de li dijî gelê Kurd têne meşandin kir. Di axaftinê de hat diyarkirin ku Ziyad Heleb û hevalên wî li Helebê li dijî hevpeymaniyên qirêj sekinîne û bûne “şehîdên têkoşîna rûmet û hebûnê”.

Di dawiya bernameyê de malbatên şehîdan derketin ser dikê û bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” wêneyekî komî hat girtin. Paşê sînevîzyonek li ser jiyana têkoşîna şehîdan hat nîşandan. Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.