Li ber Balyozxaneya Sirbistanê ji bo Pîroglû çalakî hat lidarxistin

Li ber Balyozxaneya Sirbistanê ya li Atînayê ji bo Ecevît Pîroglû çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku biryara radestkirina Pîroglû ya Tirkiyeyê, bê rakirin.

Beriya rûniştina yekem a Ecevît Pîroglû ku wê 18’ê Çileyê pêk bê, li Atînaya paytexta Yewnanistanê çalakiyek hat lidarxistin. Pîroglû ji ber ku dewleta Tirk radestkirina wî xwestiye, 18 meh in li Sirbistanê girtî ye.

Çalakî, bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Atînayê û endamên TCŞ û TêkoJIN’ê ya Atînayê, li ber Balyozxaneya Sirbistanê hat lidarxistin. DKP/BOG, MKP, MLKP, TKP/ML û gelek rêxistinên çep, tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hat gotin ku radestkirina Pîroglû yê li Tirkiye û Rojava li dijî faşîzmê têkoşiya, ji dewleteke faşîst a weke dewleta Tirk, derhiqûqî û dermirovî ye.