Li Belçîkayê teqîn: 4 kes mirin
Li bajarokê Turnhout ê Belçîkayê yê li ser sînorê Hollandayê li apartmanekê teqînek çêbû. Hate ragihandin ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li bajarokê Turnhout ê Belçîkayê yê li ser sînorê Hollandayê li apartmanekê teqînek çêbû. Hate ragihandin ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyan, li apartmanekê ku weke avahiyeke civakî dihate bikaranîn, ji ber gazê doh teqînek çêbû. Di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şaredar Paul Van Miert diyar kir ku enqaz hatiye rakirin û 8 kesên agahî jê nedihate girtin, sax in.
Hate ragihandin ku kesekî di bûyerê de birîndar bû, tedawiya wî dewam dike.