Li Belçîkayê coşa Newrozê: Bi hezaran li Leuvenê kom bûn
Bi hezaran Kurdistanî beşdarî pîrozbahiya cejna Newrozê ya li Leuvenê bûn. Di pîrozbahiyê de, peyamên yekîtî, berxwedan û hevgirtina çandî derketin pêş.
Bi hezaran Kurdistanî beşdarî pîrozbahiya cejna Newrozê ya li Leuvenê bûn. Di pîrozbahiyê de, peyamên yekîtî, berxwedan û hevgirtina çandî derketin pêş.
Li Leuven a Belçîkayê, Cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin û bi hezaran Kurd beşdar bûn. Kurdên ji çar aliyên welêt ji serê sibê ve li parka navenda bajêr kom bûn. Di tevahiya rojê de, stranên Kurdî û atmosfera bi coş a Newrozê kolanên bajêr tijî kirin.
Pîrozbahî saet 12:00’an de bi xwendina sirûda "Ey Reqîb" dest pê kir. Hevserokên NAV-BEL’ê silav li beşdaran kirin û Cejna Newrozê pîroz kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Newroz sembola yekîtî û berxwedanê ya gelê Kurd e.
Yek ji axaftvanan Şêx Murşîd Xeznewî, diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam dike û got ku gelê Kurd biryar da ku Newroz bibe Newroza yekîtiya gelê Kurd. Mûrşîd Xeznewî, behsa pêşketinên li Rojhilatê Kurdistanê kir û got ku gel bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" li dijî tirsê bi ser ketiye.
Di çarçoveya bernameyê de, tevgera jinan a li Ewropayê û Meclîsa Bajarê Leuvenê jî peyamên xwe parve kirin. Piştî axaftinan, bi hezaran kesan li dora agirê Newrozê govend gerandin.
Hunermendên wekî Nûarîn, Xelîl Sadiqî, Serhedo, Koma Govendê, Kawa Somer, Seyda Perînçek û Hîwa Kerkûkî di pîrozbahiyê de performansên xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî, li ber muzîkê heta êvarê berdewam kir.
Qada pîrozbahiyê bi alên Kurdistanê, posterên Rêber Apo û Mazlûm Dogan hatibû xemilandin, di heman demê de li ser firoşgehan berhemên têkildarî çanda Kurdî, pirtûk û xwarinên herêmî dihatin pêşkêşkirin.