Li Belçîkayê Şehîdên Parîsê hatin bîranîn
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya bajarê Liege ya Belçîkayê, ji bo şehîdên Parîsê merasîmek bîranînê hate lidar xistin.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya bajarê Liege ya Belçîkayê, ji bo şehîdên Parîsê merasîmek bîranînê hate lidar xistin.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Liege ya Belçîkayê ji bo Şehîdên Parîsê merasîmeke bîranînê hate li dar xistin. Di merasîma ku şehîdên 23’ê Kanûnê yên Parîsê Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer hatin bîranîn de gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.
Piştre Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal axivî û êrîşa li Parîsê şermezar kir. Kartal ev tişt got, “Di şexsê van şehîdên me de ev êrîş li dijî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin. Pêwîste gelê Kurd hesabê vê bixwaze û bêdeng nemîne. Divê em bi yek dengî û yek dilî xwedî li şehîdên xwe derkevin û tola wan hilînin.
Hevrêya şehîd Evîn Goyî Adar Gulan jî, qala serpêhatî, xebat, jiyan û hevrêtiya şehîd Evîn Goyî kir û wiha got, “Hevrê Evîn endama Konseya Rêveber a KCK’ê bû. Her wiha jinek şoreşger, pêşeng û kedkar bû. Pêwîste jinên Kurd, şêwaya jiyana hevrê Evîn û xebata wê ji bo xwe weke mînak bigirin.
Li ser navê Sazîya Malbatên Şehîdan Dayê Sultan axivî û banga hestiyariyê li gel kir. Dayê Sultan diyar kir ku, divê her kes bi dil û can erkên xwe yên pêvajoyê pêk bîne.
Piştî axaftinan sînevizîyona ku li ser jiyana şehîdan hatibû amade kirin hate nîşan dan. Merasîm bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namir in”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.