Li Baselê ji bo Rojava çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, Kurdistaniyan, enternasyonalîst û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî ji bo piştgiriya Rojava hatin cem hev û çalakiyek li dar xistin.
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, Kurdistaniyan, enternasyonalîst û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî ji bo piştgiriya Rojava hatin cem hev û çalakiyek li dar xistin.
Çalakî di saetên êvarê de li qada Claraplatzê dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê dest bi bernameyê kirin.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Baselê, Serhat Yildiz bi Kurdî axivî û bal kişand ser rewşa Rojava û got: “Tevî sînorên hatine xezkirin jî, çar parçeyên Kurdistanê xwedî li Rojava derketin. Ev ji bo yekîtiya Kurdan gaveke girîng e.” Yıldız li dijî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan destnîşan kir ku yekane vebijêrka Kurdistanê yekîtî ye.
Daxuyaniya çapemeniyê ya bi Almanî ji aliyê Zîlan Bakur ve hat xwendin. Her wiha ciwanekî ji Başûrê Kurdistanê jî anî ziman ku di navbera Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat de tu ferq tune ye û diyar kir ku Kurdên li her parçeyî şer dikin, şervanên hevdu ne. Û axaftina xwe bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî kir.
Şoreşgerên Tirkiyeyî jî di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya piştgiriya şoreşgerî ya bi Kurdan re. Di dema çalakiyê de girse bi berdewamî dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Gelê Kurd”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” berz kirin.
Çalakî bi banga beşdariya meşa “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statü” ku wê di 14’ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, bi dawî bû.