Li Baselê ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobetê hate destpêkirin
Li Baselê ji bo teşîrkirina pêkanînên îşkenceyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û piştevaniya bi girtiyên nexweş re çalakiya nobetê hate destpêkirin.
Li Baselê ji bo teşîrkirina pêkanînên îşkenceyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û piştevaniya bi girtiyên nexweş re çalakiya nobetê hate destpêkirin.
Li bajarê Baselê yê Siwîsrê ji bo balê bikêşin li ser zilma dewletê ya li ser girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de, dest bi çalakiya nobetê hate kirin.
Çalakî di pêşengtiya Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi şîara "Em jiyanê diparêzin" li Claraplatzê, heta 7'ê Çileyê her roj di navbera saetên 18.00-19.00'an de were lidarxistin. Di çalakiya îro de gelek pêkhateyên ADGB û şoreşger tevlî bûn.
'EM Ê ZILM Û ÎŞKENCEYA DEWLETÊ TEŞÎR BIKIN'
Di çalakiyê de li ser navê ADGB'ê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li girtîgehên Tirkiyeyê dawiya zilmê nayê û ev tişt hate gotin: "Li girtîgehên Tirkiyeyê dawiya agahiyên mirinê, îşkence û tecawizê nayê. Pêkanînên li ser girtiyên nexweş ji bi serê xwe îşkenceye. Em ê li her cihê zilm û îşkenceya dewletê ya li ser girtiyên siyasî teşîr bikin."
'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST WERIN BERDAN'
Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya der barê girtiyê nexweş de û wiha hate gotin: "Di meha dawî de 7 girtî hatin qetilkirin. Ev mirinên bi guman ji aliyê dewletê ve weke 'nexweş' û întihar' ji raya giştî re tê parvekirin. Kujerê şoreşgerên weke Garîbe Gezer, Vedat Erkmen û Halîl Guneş dewlet bi xwe ye. Dîsan çi tevdîr ji bo girtiyên nexweş nayê girtin û girtiyê nexweş terkî mirinê hatine kirin. Parlamentera HPD'ê ya berê Aysel Tûglûk jî di nav de bi sedan şoreşger û welatparêz li hember nexweşiyên giran li ber xwe didin. Divê demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan. Ji bo piştevaniya bi girtiyên nexweş re em têkoşînê mezin bikin."
Çalakiya îro bi dirûşmeyan bi dawî bû.