Li Baselê ji bo azadiya girtiyên siyasî çalakî hat lidarxistin

Li Baselê hat destnîşankirin ku binpêkirina mafên girtiyan, ji polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên bi ser Kurdan ne qut e.

Li Baselê hate destnîşankirin ku desteserkirina mafan a dewleta Tirk a li ser girtiyan, ji polîtîkayên şer ên li dijî Kurdan ne serbixwe ye û bal hat kişandin ser pêkanînên dewletên Ewropayê yên piştgirî didin van polîtîkayan.

Gelek rêxistinên şoreşger ên ji ber Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin ba hev, xwest ku girtiyên siyasî bên berdan.

Bi banga Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê (ÎGÎF), Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropayê), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Baselê, Partiya Avabûna Ji Nû Ve ya Sosyalîst (SYKP), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Platforma Yekîtiya Karkeran (BÎR-KAR), Federasyona Mafên Demokratîk a Swîsreyê (ÎDHF) û Sekina Şoreşger a Proleter (PDD) daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayîn.

Çalakî li Claraplatzê hat lidarxistin. Hasan Sevîm ku li ser navê TSP’ê axîvî, bal kişand ser pêkanînên êşkenceyî yên dewleta Tirk ên bi ser girtiyên siyasî yên li Kurdistanê.

Piştre daxuyaniyeke hevpar ji bo çapemeniyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewletên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan îmze kirine sûcan dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Swêd ku penaberê siyasî yê Kurd Mahmût Tat radestî dewleta Tirk a faşîst kir, bi her awayî piştgiriya dewleta Tirk dike. Dewleta Tirk a faşîst ji meha Nîsanê ya sala 2022’yan ta bi niha 150 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Bi dehan Şervanên Azadiyê yên Kurd di van êrîşan de şehîd bûn. Kobanê û gelek cihên din ên li Rojava tim tên bombekirin, bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest didin û bi sedan jê birîndar dibin. Ewropa dengê xwe ji vî sûcê li dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk re nake. Bi deh hezaran girtiyên siyasî di Girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Di van girtîgehan de mafên girtiyan bi awayê herî giran pêk tên. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in li Girava Îmraliyê di hicreyê de tê ragirtin û dewleta Tirk nahêle tu kes biçe wî bibîne. Dewleta Tirk zext û êrîşên xwe yên li dijî girtiyan û malbatên wan zêde dike.“

Çalakî piştî daxuyaniyê bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.