Li Baselê êrişên qirkirinê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Baselê dijîn û dostên wê êrişên dewleta Tirk şermezarkirin û gotin ku ewê Ewropa û rayedarên Swîsreyê ku çavê xwe li wan êrişan digirin neçarî hesabdayinê bikin.
Kurdistaniyên li Baselê dijîn û dostên wê êrişên dewleta Tirk şermezarkirin û gotin ku ewê Ewropa û rayedarên Swîsreyê ku çavê xwe li wan êrişan digirin neçarî hesabdayinê bikin.
Li bajarê Basel ê Swîsreyê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd meşek ji aliyê Komîteya Rojava û rêxistinên alternatîf ên Swîsreyê ve hat organîzekirin.
Çalakgeran êrişkirina dewleta Tirk a li ser Mexmûr, Şengal û Rojava ku li hemberî şikestina êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê yê dewleta Tirk wê diparêze ya li ser girtîgeha Sînaa, weke konseptek nû ya êrîşê dabû destpêkirin, protesto kirin.
Çalakger saet di 18:00’an de li Claraplatzê hatin cem hev û beriya meşê mîtîngek li dar xistin.
Di axaftinên li mîtîngê hatin kirin de ev agahî hatin dayîn: “Di dawiya meha Çile de êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Hesekê ji aliyê hêzên xweparastinê ve hat şikandin. Dewleta Tirk a ku qebûl nekir ku êrîş hat şikandin, hefteya borî li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Rojava dest bi bombebarana hewayî kir. Ev êrîş di bin kontrola DYE ya ku qada hewayî kontrol dike de pêk hatin.
Bi domandina piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê re, em ê berpirsyarên vî şerî yên li Ewropa û Swîsreyê neçarî hesabdayinê bikin.”
Piştî axaftinê çalakgerên pankarta li ser hatibû nivîsandin “Ewropa bombebarana Tirkiyeyê fînanse dike”' hilgirtibûn ber bi navenda bajêr ve bi dirûşmeyên li dijî êrîşên qirkirinê meşiyan.
Meş li Dreîrosenparkê bi dawî bû.