BI DÎMEN

Li Baselê çalakiya piştevaniya bi Rojava re: Em ê li malên xwe nerûnin

Kurdistanî û dostên wan ên li Claraplatza bajarê Basel ê Swîsreyê li hev civiyan, ragihandin ku ew ê li dijî gefên li ser Rojava çalakiyên xwe bidomînin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Basel ê Swîsreyê li Claraplatzayê li hev civiyan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê balê kişandin ser geşedanên li Rojava.

Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku rewşa li Rojava hîna zelal nebûye û gotin ku ew ê heta rewş zelal be çalakiyên xwe bidomînin.

Siyasetmedar Dîlan Taşdemîr diyar kir ku ev mehekî ne çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava, dewam dikin û got, “Gelê me ji bo Rojava li ser piyan e. Gelê me yê Rojava bi hev re li ber xwe didin; em jî berxwedanê ji vir bidomînin.”

Di çalakiyê de, aktivîsta YJK-S’ê Ozen Aytaç jî axivî û peyama dewamkirina piştevaniya ji bo Şoreşa Rojava da.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, li ser navê PYD’ê Zozan Dêrik axivî. Dêrik diyar kir ku li Rojava çavê gel li diasporayê ye û wiha got: “Li Rojava berxwedan dewam dike. Hin lihevkirin çêbûn, lê hîna zelal nebûne. Dorpêça li ser Kobanê dewam dike, zarokên me ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Em ê heta ku encamekî teqez bigirin, li malên xwe nerûnin.”

Piştî axaftinan, strana “Em bernadin” ya zarokekî ji Kobanê dibêje, hate guhdarkirin. Çalkî bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” dewam kir.

Daxuyaniya çapemeniyê bi banga tevlîbûnê ji bo meşa navendî ku wê di 7’ê Sibatê de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” were lidarxistin, bi dawî bû.