Li Baselê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin‘ di roja duyemîn de ye

Li Baselê çalakiya ADGB’ê berdewam dike. Nûnera ÎHD’ê ya Siwîsrê Mîne Nazarî diyar kir ku li dijî îşkenceyên li girtîgehên Tirkiyeyê em ê timî bibin dengê girtiyên nexweş.

Li bajarê Baselê yê Siwîsreyê çalakiya nobetê ya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) di roja duyemîn de berdewam dike. Girseya îro li ber Claraplatzê hatin ba hev, pankarta “Bila girtiyên siyasî serbest werin berdan“ û wêneyên Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Abdulrezzak Sûyûr, Vedat Cem Ekrkmen, Îlyas Demîr ên li girtîgehê de hatin qetilkirin û wêneyê girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk rakirin.

ADGB’ê di çalakiyê de bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Girtigehên Tirkiyeyê veguherîne çala mirinê. Divê di serî de siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan.

Nûnera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Siwîsrê Mîne Nazarî ji ANF’ê re axivî û bal kişand li ser rapora ÎHD’ê ya girtîgehan.

‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST WERIN BERDAN‘

Nazarî anî ziman ku binpêkirinên mafan li girtîgehên Tirkiyeyê di asta herî jor de ye û got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê 600 girtiyên nexweşiya giran û zêdetirî hezaran girtiyên nexweş tên girtin. Li rexmê rapora bijîşk ku nikarin di girtîgehê de bimînin jî girtiyên nexweş nayên serbest berdan û mafê wan yê tedawiyê tê astengkirin. Li dijî van pêkanînên dijmirovahiyê em li her cihê û timî bibin dengê girtiyan.“

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.