BI DÎMEN

Li Basel, Duisburg û Parîsê çalakiyên piştgiriyê ji bo sosyalîstan

Li Parîs, Basel û Duisburgê çalakiyên protestoyê li dijî operasyonên binçavkirinê yên li ser sosyalîstan li Tirkiyeyê hatin lidarxistin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku armanc bêdengkirina civakê ye û wê sosyalîst tu carî serê xwe natewînin.

Îro sibehê li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdegirtinên mal û saziyan hatin kirin. Di van serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin, di nav de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA), DİSK/Limter-İş, Polen Ekoloji û BEKSAV û rêxistinên jin û ciwanan, sendîka, saziyên ekolojîk, navendên çand û hunerê û karkerên çapemeniyê jî hebûn. Li çar aliyên cîhanê bertekên li dijî van binçavkirinan berdewam dikin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, li ber Kemerê Strasbourg Saint-Denis çalakî hate lidarxistin û êrîşa binçavkirinê ya li ser sosyalîstên li Tirkiyeyê hate protestokirin. Bi bangewaziya ACTIT a girêdayî AVEG-KON û rêxistina ciwanên sosyalîst Young Struggle ev çalakî hate kirin. CDK-E, BİR-KAR, ADHK û Odak jî piştgirî dan çalakiyê.

Bi dirûşmeyên bi Fransî û Tirkî yên wekî "Bimre Dîktatoriya Faşîst ", “Bijî Şoreş û Sosyalîzm”, “ESP Hêvî ye, Hêvî li Ser Piyan e” û "Bimre Faşizm"bang hatin kirin û belavokên bi Fransî yên AVEG-KON ên li ser êrîşa binçavkirinê hatin belavkirin. Hevseroka AVEG-KON Esra Asiye Guden axivî û êrîşên li ser sosyalîstan şermezar kir. Guden got: “Bi van girtinan dixwazin dengê rastiyê û dengê bindestan bêdeng bikin. Dixwazin sendîkayên têkoşer rawestînin. ESP ku di têkoşîna şoreş û sosyalîzmê de bi israr e, hedef tê girtin. SGDF ku li dijî bêhêviya ciwanan têdikoşe û bi êrîşa Pirsûsê nehate tunekirin, dixwazin bêdeng bikin. BEKSAV ku ji bo civakê hunerê diafirîne jî di hedefê de ye.”

Çalakî bi çepiklêdan û dorûşmeyan bi dawî bû.

DUISBURG

Li bajarê Duisburgê yê Almanyayê, li ber navenda kirrînê Forum, bi pêşengiya Young Struggle, Zora û AGIF, êrîşa binçavkirinê ya sibehê li ser ESP, SKM, OGK, BEKSAV, LİMTER-İŞ, Polen Ekoloji û ETHA hate protestokirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dîktatoriya faşîst êrîşî sosyalîstên ku şoreşa Rojava diparêzin, vê têkoşînê digihînin çîna karkerên Tirk û li dijî şovenîzmê têdikoşin dike. Dewlet ji jinên sosyalîst ên ku kampanyaya Rojîn Kabaiş mezin dikin û dewletê neçarî helwestê dikin ditirse; ji ber vê yekê dewleta Tirk van êrîşan destpê dike.”

ADHK û YDG jî tevlî bûn û daxuyanî bi bangewaziya demildest berdana sosyalîstên hatine binçavkirin bi dawî bû.

BASEL

Binçavkirin li bajarê Baselê yê Swîsreyê jî bi daxuyaniya çapemeniyê ya bi beşdariya pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB) hate protestokirin.

Murat Harun ku daxuyanî xwend, got: Di demekê de ku êrîş li ser Rojava hene, bi binçavkirinên li ser şoreşgerên Tirkiyê dixwazin civakê bêdeng bikin. “Li Tirkiyeyê li dijî tevgera netewî ya Kurd şer didome. Niha hewl didin lihevhatinê bikin. Lê serdegirtinên li dijî tevgera şoreşger a Tirkiye her tim didomin. Ji niha û pê ve êrîş wê girantir bibin. Ji ber vê yekê em şoreşgerên Tirkiye divê li kêleka hev rawestin. Niha li Rojhilata Navîn dixwazin destkeftiyên gelê kurd ji holê rakin. Her çiqas niha hin maf ji dest bên jî, em ê bi berxwedana xwe wan mafan vegerînin. Me bi tevgera netewî ya Kurd re meşiya, em ê bi hev re bidomînin. Me Kurdistan û tevgera Kurd parastiye û em ê bidomînin.”

Çalakî bi dirûşmeyên Bijî Piştgiriya Şoreşgerî” û “ESP Hêvî ye, Hêvî li Ser Piyan e” bi dawî bû.