Li Lleidayê li ser Rojava panel hate lidar xistin

Li bajarê Lleidayê ya Katalonyayê, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û nîqaşkirina çareseriyên gengaz gotubêjek hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Koma Piştgiriya bi Kurdistanê re (Ponent amb Kurdistán) û Komîteya Jineolojî ya Països Catalans, li herêma Alto Urgell a ser bi parêzgeha Lleidayê (li herêma Pîreneyan) di navenda Ateneoyê de civînek hat çêkirin.

Çalakiya bi navê “Rojava: Berxwedana Şoreşê”, bal kişand ser rewşa dawî ya ku bandoreke giran li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Herêma ku li ser bingeha paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk hatiye avakirin û bi salan e modelekî rêveberî û jiyanê ya bêhempa li Rojhilata Navîn pêş xistiye, rastî êrîşan tê. Ev êrîş ji aliyê gelek kesên li Katalonya û deverên din ên Spanyayê ku bi şoreşa Rojava re di nava piştgiriyê de ne, bi fikar têne şopandin.

Gotubêj li ser çar xalên sereke hat birêvebirin:

*Pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk: Kurtepêşandana vê modelê û rêgêzên wê yên bingehîn. Hat destnîşankirin ku sedema sereke ya hedefgirtina Rojava ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve, ji ber vê projeya siyasî ye.

*Rewşa Heyî: Ravekirina rewşê û nîqaşên li ser muzakereyên ku ji bo rêgirtina li şer (bêyî ku tawîz ji rêgêzên şoreşê bêne dayîn) têne meşandin.

*Encamên Êrîşan li ser Jinan: Bi taybetî bal hat kişandin ser bandora êrîşan li ser jinên li herêmên ku piraniya wan Ereb in.

*Berxwedan û Çalakiyên Navneteweyî: Çi tê kirin û ji niha û pê ve çi dikare bê kirin.

Piştî pêşkêşiyan, beşê pirs û bersivan destpê kir. Di çalakiyê de ku eleqeyek mezin hebû, bal hat kişandin ser girîngiya piştgiriya şoreşa Rojava. Hat destnîşankirin ku Konfederalîzma Demokratîk ji bo hemû gelan û civakan pêşniyarek e û hêza berxwedanê ya “modernîteya demokratîk" bi taybetî hat ziman.

Çalakî bi banga piştgiriyê bi dawî bû.