Li bajarên Ewropayê Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Di bîranînên li gelek bajarên Ewropayê de hate destnîşankirin ku ruhê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê bingeha aştî û demokrasiyê ya roja me ye.
Di bîranînên li gelek bajarên Ewropayê de hate destnîşankirin ku ruhê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê bingeha aştî û demokrasiyê ya roja me ye.
Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku li Zindana Amedê 14’ê Tîrmeha 1982’yan lez li Tevgera Azadiyê dan qezenckirin, di 43’emîn salvegera şehadeta xwe de li gelek bajarên Ewropayê hatin bibîranîn.
Di bîranînan de hate destnîşankirin ku xeta berxwedanê ya ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bedenên xwe honandin, ji bo gelan rêya çareserî û azadiya demokratîk vekir û ruhê 14’ê Tîrmehê bi paradîgmaya Rêber Apo bûye yek.
CENEVRE
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Hevserokê DKTM’ê Naîle Budak û berdevka KOMAW’ê Îbrahîm Yuksel axivî.
Yuksel diyar kir ku 14’ê Tîrmehê ne tenê serhildanekî li zindanê, di heman demê de ruhê stratejîk e ku bergehê têkoşîna siyasî ya îro ye.
Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana zîndana”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
KIEL
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi çalakiyekî banga xwedîderketina mîrateya berxwedanê ya gelê Kurd hate kirin.
Bîranîna ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve hate organîzekirin, di şexsê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku 14’ê Tîrmehê ne tenê dîrokek, di heman demê de nîşaneya berxwedan û azadiyê ye. Di çalakiyê de derbarê pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin de nirxandin hate kirin.
Çalakiya ku bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir, bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd Namirin!” bi dawî bû.
LOZAN
Bîranîna li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir
Hevserokê DKTM’ê Mûsa Îtah di bîranînê de axivî û diyar kir ku berxwedêrên zindanê nirxên rûmet û mirovahiyê diparêzin.
Çalakî bi pêşandana peyama bi dîmen a Rêber Apo bi dawî bû.
BERN
Li paytexta Bern a Swîsreyê ji aliyê KOMAW û Meclîsa Şehîd Atakan ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Li ser navê KOMAW’ê Alî Derîk axivî û diyar kir ku şehîd bi tîpên zêrîn li dîrokê hatine nivîsandin û divê ev mîrate were jiyandin.
Di çalakiyê de banga xwedîderketina pêvajoya çareseriyê hate kirin û dîmenê Rêber Apo ya piştî 26 salan hate weşandin, hate temaşekirin. Her wiha banga tevlîbûna civîna gel a di 20’ê Tîrmehê de hate kirin.
FREIBURG
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo bîranîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi tevlîbûna bi dehan Kurdistaniyan çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Jinan û Navenda Civaka Kurd hate organîzekirin. Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd Salih Hezexî axivî. Hezexî bal kişand ser rola pêşeng a berxwedana li Zindana Amedê ya di têkoşîna azadiyê de û diyar kir ku têkoşîna îro bi heman ruhê dewam dike.
Hezexî diyar kir ku mîrate û berxwedana şehîdan têkoşînê xurtir dike û ev berxwedan têkoşînê gelê Kurd gihandiye qonaxekî nû.
Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
BASEL
Çalakiya li bajarê Basel ê Swîsreyê bi deqîqeyekû rêzgirtinê destpê kir. Nûnerên KOMAW’ê di axaftinên xwe yên çalakiyê de bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya 14’ê Tîrmehê.
Piştre koma muzîkê ya Koma Arî derket ser dikê û stranên berxwedanê got. Beşdaran bi dirûşmeyan xwedî li berxwedanê derketin.
BELLINZONA
Li bajarê Bellinzona a Swîsreyê jî çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Berdevka KOMAW’ê Serhat Hadioglu got ku 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd mîlad e. Hadioglu destnîşan kir ku paradîgmaya Rêber Apo bingeheke îdeolojîk ava dike.
Çalakî bi pêşandana sînevîzyonê û “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
STUTTGART
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê ji bo Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û şehîdên Rojhilatê Kurdistanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes tevlî bîranînê bû ku bi organîzasyona hevpar a KOMAW, TJK-E û PJAK’ê pêk hat.
Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de li ser navê KOMAW’ê Lokman Cizîrê, li ser navê PJAK’ê Şaho Mahabad û li ser navê ciwanên Rojhilatê kedkarekî ji Merîvanê axivî.
Di axftinan de hate diyarkirin ku ciwanên ku li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, pêşengî ji têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê re kirine.
Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyona li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê û jiyana şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi dawî bû.
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Awusturalyayê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin bibîranîn.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hate pêşandan.
Beşdaran destnîşankirin ku ev şehadet ji bo neteweya Kurd diyariyekî pir mezin e.
Di çalakiyê de pêvajoya nû jî hate nirxandin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.