BI DÎMEN

Li bajarê Liege yê Belçîkayê, Şehîdên Rojava hatin bibîranîn

Li Bajarê Liege yê Belçîkayê di şexsê şehîd Denîz Çiya, Ziyad Heleb û Ehmed Hêmin Omer de, kesên ku di berxwedana Rojava de şehîd bûne hatin bibîranîn û bal hat kişandin ser yekitiya netewî ya Kurd.

Ji bo fedaîyên ku di berxwedana Rojava de şehîd bûne, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Liegeyê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û bi beşdariya gelek Kurdistaniyan pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal axivî. Kartal şehîd bibîr anîn û destnîşan kir ku ew polîtîkayên qirkirinê yên bi salan li ser gelê Kurd tên meşandin baş dizanin. Kartal weha got:

KARTAL: DIVÊ EM LI DOR ŞOREŞÊ BIBIN XELEKA AGIR

“Îro şoreşa me li cîhanê deng vedaye. Dixwazin bi komên çete herêmê biguherînin. Planên wan ên qirêj bi giştî derketin holê. Berxwedana gelê me ev plan hemû pûç kirin. Ev bi fikrên azadiyê pêk hat. Peyama gelê me zelal e. Em hêza xwe ji gel û berxwedana şehîdan digirin. Metirsî li ser gelê me berdewam dike. Dixwazin bi qanûnan me tengav bikin. Divê em van hesaban baş bizanibin. Ew pergaleke demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiyê naxwazin; civakeke parçe û tunebûyî dixwazin. Şoreşa Rojava konsepte Lozanê parçe kir. Pergala li ser înkara Kurdan hatibû avakirin, bi Şoreşa Rojava derbeke mezin xwar. Xwedîderketina li vê berxwedanê erkeke mezin e; ji ber ku ev sal ji bo gelê Kurd saleke stratejîk e. Ji ber vê yekê êrîşên mezin li ser xeta jinê hene. Divê em ji her demê bêtir li dor şoreşê bibin xeleka agir.”

ARŞEM EHMED: ŞOREŞA ME REWA YE, EM Ê HETA DAWÎ BIPARÊZIN

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Arşem Ehmed jî bal kişand ser şibandina vê pêvajoyê ya bi salên 1980’yî û got: “Wê demê dixwestin Kurdan re lihevbikin; komkujiya Helebçeyê kirin. Niha li bendê ne ku Kurd hevdu sûcdar bikin lê gelê Kurd îro di yekitiyê de ye. Şehîdan netewebûyîn pêş xist.”

Ehmed diyar kir ku divê stratejiya Kurd li ser yekitiyê be û got: “Hêzên dijber dixwazin projeya azadiyê pûç bikin. Yekitiya gelan çawa dikare xelet be? Stratejiya Kurdan divê li ser yekitiyê be. Li her derê gelê me rûyê xwe zivirandiye Rojava. Bi saya şehîdan stratejiyeke gel hatiye avakirin. Em dîroka xwe bi vîna xwe dinivîsînin. Heke hewildanên aştiyê nebûna, wê şerekî mezin ê Kurd-Ereb û Kurd-Tirk derketibûya. Şer û şoreşa me rewa ye.”

CAHÎDE GOYÎ: ARMANCA ÊRÎŞAN ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE

Nûnera KOMAW’ê Cahîde Goyî jî anî ziman ku şoreş berhema şehîdan e û got ku armanca êrîşên ne tenê Rojava ye, her çar parçeyên Kurdistanê ne. Goyî bang kir ku li dijî êrîşên li ser azadiya jinê hesasiyet were zêdekirin.

Piştî axaftinan, di şexsê Denîz Çiya, Ziyad Heleb û Ehmed Hêmîn Omer ê ku ji Kerkûkê tevlî seferberiyê bû û li Hesekê Şehîd bû de ji bo fedaîyên “Berxwedana Rûmetê” sînevîzyonek li hat nîşandan. Bîranîn bi dirûşmêyn “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Her wiha bang hat kirin ku gel beşdarî meşa 14'ê mehê ya li Strasbourghê ya bi daxwaza "Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû" bibe.