Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê Şoreşa Rojava hate silavkirin

Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê salvegera 10’emîn Şoreşa Rojava hate silavkirin û hate xwestin qada hewayî ya Rojava were girtin.

Gelê Kurd û enternasyonalîst bi wesîleya salvegera 10’emîn Şoreşa Rojava û ji bo ku qada hewayî ya Rojava were girtin, li bajarê Kasselê yê Elmanyayê kom bûn.

Çalakvanan li ser avahiyeke li ser rêyeke şên û li navenda bajêr ji xeynî alaya PKK’ê, posterên YPG, YPJ û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Pankartên mezin ên Elmanî jî hatin daliqandin.

Di çalakiyê de sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.