Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Avîgnon ê Fransayê hat protestokirin. Çalakî li ber îstasyona trenê, bi pêşengiya Navenda Kurd a Demokratîk a Avîgnonê hat lidarxistin. Girseyê di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan û bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Hevserokên Meclîsa Kurd a Demokratîk a Avîgnonê axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku wê tecrîda Îmraliyê bi tu awayî qebûl nekin û bang li hemû Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn hat kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dakevin qadan.