Li Atînayê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin
Endamên TCŞ’ê li du taxên Atînayê bi pankartan bal kişand bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.
Endamên TCŞ’ê li du taxên Atînayê bi pankartan bal kişand bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li du taxên paytexta Yewnanistan Atînayê bi pankartan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakî li dar xist.
Ciwanan di çarçoveya çalakiyê de pankartên li ser “Bila dawî li tecrîdê bê, ji Abdullah Ocalan re azadî“ û “Bila dagirkeriya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dawî bibe, na ji bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla re“ li du taxên Atînayê daliqandin.
Nîştecihê taxan jî bi çepikan piştgirî da çalakiya ciwanan.