Li Atînayê tecrîd hat protestokirin
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, ciwan ji qada Syntagmayê heta qada Monastîrakiyê meşiyan û gotin ku heta ku tecrîd bi dawî dibe, wê her hefteyê roja Înê çalakiya xwe bidomînin.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, ciwan ji qada Syntagmayê heta qada Monastîrakiyê meşiyan û gotin ku heta ku tecrîd bi dawî dibe, wê her hefteyê roja Înê çalakiya xwe bidomînin.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bi pêşengiya Tevger Ciwanên Şoreşger (TCŞ), bi meşekê tercîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Ciwan bi pêşengiya TCŞ’ê li qada Syntagmayê ya ku Parlamentoya Yewnanistanê lê ye, hatin ba hev û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Ciwanan alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û ji Syntagmayê heta qada Monastirakiyê meşiyan.
Ciwanan di meşê de bê navber dirûşme berz kirin. Meşa ciwanan bala kesên li derdor dikêşand. Ciwanan ragihandin ku heta ku tecrîd bi dawî dibe, wê her hefteyê roja Înê çalakiya xwe bidomînin.