Li Atînayê meşa li dijî tecrîdê

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Atîna ya paytexta Yewnanistanê, bi meşekê hat protestokirin.

Li Atînaya paytexta Yewnanistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lidarxistina meşekê hat protestokirin. Di meşê de pankart û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş, bi pêşengtiya Navenda Çandê ya Kurd a Demokratîk a Atînayê û TCŞ’ê, bi tevlêbûna rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî û komên anarşîst, çepgir û sosyalîst ên Yewnanistanî hat lidarxistin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pankartan hat teşhîrkirin. Meş nêzê saetekê dewam kir.

Meş, li ber Navenda Çandê ya Kurd a Atînayê, bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana PKK’ê” bi dawî bû.