Li Atînayê meşa ji bo xelkê Mexmûrê
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Atînayê li hev kom bûn û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dorpêça artêşa Iraqê ya li ser Mexmûrê şermezar kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Atînayê li hev kom bûn û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dorpêça artêşa Iraqê ya li ser Mexmûrê şermezar kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Yewnanistan Atînayê li hev kom bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û hewldana artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kirin.
Ciwanan flamayên ji wêneyên Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa 'Bimire xiyanet' vekirin, hewldana dorpêçkirina penaberên Bakurî yên li Mexmûrê û zexta li ser wan şermezar kirin. Ciwanan xwestin ku tavilê dawî li van êrîşan bêne anîn.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Mexmûrê", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bimire xiyanet" hatin qîrîn.