Li Atînayê banga tevlêbûna meşa 18’ê Kanûnê hat kirin
Li Atînayê endamên TCŞ’ê bi çalakiyekê ragihandin ku wê roja 18’ê Kanûnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi ruhê seferberiyê li qadan bin.
Li Atînayê endamên TCŞ’ê bi çalakiyekê ragihandin ku wê roja 18’ê Kanûnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi ruhê seferberiyê li qadan bin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li îstasyona trenê ya navenda paytexta Yewnanistan Atînayê hatin ba hev û ragihandin ku wê roja 18’ê Kanûnê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de li qadan bin.
Ciwanan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, meşek li dar xistin û destnîşan kirin ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku 21 meh in agahî jê nayê girtin, qebûl nakin.
Ciwanan bi bîr xist ku wê bi heman armancê li Elmanya, Swîsre, Îngilistan, Avûstûrya û Fransayê jî bi pêşengiya ciwanan meş bên lidarxistin û ragihandin ku wê li Yewnanistanê jî roja 18’ê Kanûnê li Kampa Lavrîoyê wê bi meşek girseyî tev li çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” bibin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne” hatin berzkirin.
Meş bi eleqedariya zêde ya gel û çepikan dewam kir û li ber Navenda Çanda Kurd a Atînayê bi sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû.