Li Atîna û Girava Aegînayê tecrîd hat protestokirin

Ciwanên TCŞ’yî, di keştiya rêwî ji Atînayê dibirin Girava Aegînayê de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), di keştiyekê çalakî li dar xist ku sefer ji Atînayê ji bo Girava Aegînayê dikirin. Ciwanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir, piştî ku gihîştin giravê bi hildana pankartan li çalakiya xwe dewam kir. Ciwanan, belavok belav kirin û piştre daxuyanî da.

Bedran Tolhildan ku li ser navê ciwanan axivî, diyar kir ku di serî de CPT, divê gelek sazî û welat hew xwe bêdeng bikin. Tolhildan anî ziman ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe ew ê li çalakiyan dewam bikin.

Hem li giravê hem jî di keştiyê de bala gel li çalakiyê bû. Ciwan ku piştî vegeriyan Atînayê dîsa belavok belav kirin.