Li bajarê Aschaffenburg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û tevlîbûna komên antîfaşîst, li dijî êrîşên li ser Rojava meş û mitîng hatin lidarxistin. Di çalakiyê de peyamên piştevaniyê ya bi Rojava re derket pêş û geşedanên li herêmê ji gel re hate ragihandin.
Meş li navenda bajêr destpê kir û gelek kes tevlî bûn. Di meşê de bi berzkirina dirûşmeyan polîtkayên şer û êrîşên li ser sivîlan, hatin protestokirin.
Piştî mitîngê meş hate lidarxistin û axaftin hatin kirin. Axaftvanan destnîşankirin ku Rojava ji bo ku gelên Rojhilata Navîn bikaribin bi hev re, wekhev û demokratîk jiyan bikin, modelekî girîng e. Her wiha hat diyarkirin ku divê raya giştî ya navneteweyî li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemîne.
Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aschaffenburgê de hate diyarkirin ku parastina jiyana demokratîk û azadîxwaz ku li Rojava bi pêşengiya ciwanan û bi taybet jinan hate avakirin, berpirsyariyeke gerdûnî ye.
Mitîng bi bangên piştevaniyê ya bi Rojava re bi dawî bû.
HILDESHEIM
Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di navendekî qelebalix de bi meş û mitîngê hate protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Young Struggle Hildesheim û Zora Hildesheim hate lidarxistin û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheimê jî piştgirî da.
Di axaftinên meş û mitîngê de hate destnîşankirin ku êrîşên hov ên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û ev peyam hate dayîn, “Em her tim li gel gelê Kurd in. Em li qadan in û em ê heta dawî bi gelê Kurd re têbikoşin.”
Her wiha hate destnîşankirn ku ew ê heta dawîbûna êrîşan û statuya herêmê li qadan bin.
Girseyê di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” berzkirin û alên YPG, YPJ’ê û TEV-DEM’ê hilgirtin û danezanên bi Elmanî belavkirin.