Li Anversê tecrîd hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Anversê hat protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Anversê hat protestokirin.
Li bajarê Anvers ê Belçîkayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hat lidarxistin. Meş, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi berzkirina dirûşmeyan ji qada Sînt-Janspleînê heta Rooseveltplaatsê dewam kir.
Girse tevî sermaya zêde jî meşiya û bêyî navber dirûşmeyên “Azadî ji Rêber Apo re’’, ‘’Azadî ji Kurdistanê re’’, “Bijî Serok Apo”, “Bijî gerîla” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Meş 2 saetan dewam kir. Di meşê de belavok hatin belavkirin. Çalakî, bi banga tevlêbûna ji bo meşa ku wê bi pêşengiya TêkoJIN'ê 14’ê Kanûnê roja Çarşemê li Brukselê bê lidarxistin, bi dawî bû.