BI DÎMEN

Li Amsterdamê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu’

Li Amsterdamê Kurdistanî û dostên wan, bi daxwaza, “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” meşiyan. Girseyê anî ser ziman ku heta ku daxwazên wan pêk were çalakî wê dewam bikin.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Hollanda Amsterdamê bi banga DemNed û Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û naskirina statuya Rojava meşiyan.

Meş di saet 15:00’an de li Leidspleinê despê kir û timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Freedom for Ocalan”, “Free Rojava”, “Free Kurdistan” û “Status for Rojava” hatin berzkirin.  

Di çarçoveya çalakiyê de bi armanca agahîdayîna derbarê meşê de axaftin hatin kirin û danezan hatin belavkirin. Kurdistanî û dostên wan destnîşankirin ku heta statuya ji bo Rojava û pêkanîna daxwazên azadiyê çalakiyê xwe bidomînin.

Çalakî li Qada Damê bi axaftinan bi dawî bû.