Li Amesterdamê gera keştiyê
Bi çalakiya gera keştiyê ya li paytext Amesterdamê bal hat kişandin li ser komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Bi çalakiya gera keştiyê ya li paytext Amesterdamê bal hat kişandin li ser komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd bi gera keştiyê hate protestokirin. Çalakgeran bi 2 keştiyan bi qasê 2 saetan li kanalê geriyan.
Gera kanalê ya ku li Sîngel 9 li kêleka stasyona navendî ya Amsterdamê dest pê kir, 2 saet şûnde li heman navnîşanê qediya.
Çalakî bi def, zurne û tilîliyan dewam kir. Di dewama gerê de daxwaza azadiya Ocalan bi berzkirina dirûşmeyan hat dubarekirin.
Çalakgerên ku Tirkiye protesto kirin, diyarkirin ku wê çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.
Li aliyê din hate diyarkirin ku 15’ê Sibatê saet 18:30’an wê li hejmara 8’an a Rîjnstraat çalakiyek bê lidarxistin.