Li Islingtonê ku yek ji navendên girîng ên paytexta Îngilistanê ye, ji aliyê şaredariyê û Navenda Karûbarên Kurd (Centre For Kurdish Affairs) ve resepsiyoneke Newrozê hat amadekirin.
Piştî çalakiyên ku berê li şaredariyên Enfield, Haringey û Hackneyê hatibûn lidarxistin, vê carê resepsiyon li Şaredariya Islingtonê pêk hat. Şaredara Islingtonê Una O’Halloran, endamên meclîsa şaredariyê, siyasetmedar, karsaz û nûnerên saziya sivîl a bi navê Yekîtiya Afganan beşdarî bernameyê bûn.
Endama Kurd a Meclîsa Şaredariya Islingtonê Gulçin Ozdemir di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî û sembolîk a Newrozê. Ozdemir destnîşan kir ku Newroz ji dema Kawayê Hesinkar û vir ve nasnameya berxwedan, hêvî û azadiyê hildigire; gelê Kurd ev cejn li hemberî înkara nasnameya xwe veguherandiye ruhê vejînê. Ozdemir gotina xwe bi peyama "Newroz pîroz be" bi dawî kir.
Şaredara Islingtonê Una O’Halloran jî bal kişand ser aliyê piştevaniyê yê Newrozê û cejna hemû gelan pîroz kir. O’Halloran axaftina xwe bi kurdî, bi gotina "Newroz pîroz be" qedand.