Hikûmet îdîa dike ku reform dê dadweriyê bêalîtir û bibandortir bike. Lê belê, muxalefet berevajî, dibêje ku ew ê serxwebûna dadweriyê lewaz bike.
Seroka Partiya Demokratîk a muxalefeta sereke Elly Schlein, rexneyên tund li reforman kir.
Reform, wê pîşeyên dadwer û dozgeran ji hev veqetînin û guhertinan di pergala dadweriyê de bikin.
Gelek endamên dadweriyê li dijî van guhertinan derketine, ku ev yek bûye sedema çalakiyên grevê.
Referandûm wekî ceribandinek girîng ji bo hikûmetê berî hilbijartinên 2027’an tê dîtin. Tê payîn ku encam roja Duşemê werin ragihandin.