Li Îspanyayê li dijî qedexeya PKK’ê îmze hatin komkirin

Li bajarên Alîcante û Valencîa yên Îspanyayê di çarçoveya kampanyaya derxistin PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ standên îmzeyan hatin danîn. Xebatên komkirina îmzeyan wê bidome.

Di çarçoveya kampanya ku ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ hatî destpêkirin de bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê duh li bajarê Alîcante yê Îspanyayê standa îmzeyan hat danîn. Standa îmzeyan îro jî li bajarê  Valenciyayê hate danîn.

Di standan ku rastî eleqeyek mezin hat de belavok û boruşûrên derbarê Jineolojiyê hatin belavkirin û gelek îmze hatin berhevkirin.

Hat zanîn ku wê xebatên berhevkirina îmzeyan bidome.