Li Îrlanda Bakur piştî îdîaya 'destavêtin' du xanî hatin şewitandin

Li Îrlanda Bakur piştî îdîaya ku hate gotin, destavêtin li zarokekê hatiye kirin, malên malbatên du zarokên ku tê gotin kiryar in, hatin şewitandin.

Dawiya hefteyê hate îdîakirin ku destavêtin li zarokekê hatiye kirin. Li ser vê îdîayê roja Duşemê li bajarê Ballymena yê Îrlanda Bakur bûyeran destpê kirin.

Şêniyên bajêr şûşeyên cam û kevir avêtin karmendên polîsan. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îngiliz (PA) girseya gel her wiha derî şikand, cam parçe kir û agir berda du xaniyan.

Li gorî saziya medyayê ya Îrlandayî RTE Newsê, gumanbar welatiyên Romanya ne.

Li gorî dîmen û agahiyên li ser medya dîjîtal hatin weşandin, 2 zarokên Roman ên 14 salî li dadgehê bi destavêtina li zarokeke 13 salî hatin sûcdarkirin. Hate ragihandin ku malên hatin şewitandin ên malbatên herdu zarokên bi destavêtinê hatin sûcdarkirin bûn.

Xwepêşandan çend saet piştî darizandina herdu kesan destpê kir. Hate ragihandin ku bûyera destavêtinê şeva Şemiyê li taxa Ballymen a Co Antrimê rû da.

Di dîmenan de her wiha hate dîtin ku kesên bi maske agir berdan qutiyên sergo û bendên plastîk.