Li Îngîltere û Elmanyayê dagirkerî hate protestokirin
Li paytexta Îngîltere London û bajarê Hambûrg, Kaîserlaûtern û Munîh ên Elmanyayê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Li paytexta Îngîltere London û bajarê Hambûrg, Kaîserlaûtern û Munîh ên Elmanyayê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
ÎNGILTERE
Li paytexta Îngîltere Londonê bi sedan kesên bi pêşengtiya Meclîsa Gelê Kurd ên li qada Traflagar hatin ba hev êrîşên qirker ên dewleta Tirk protestokirin. Di axaftinên hatin kirin de nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk hate kirin û bal kişandin ser têkiliyên Tirkiye û DAÎŞ’ê.
ELMANYA
Li bajarê Hambûrg, Kaîserlaûtern û Munîh ên Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan li qadan bûn û dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda protestokirin.
Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku bêdengiya li hember van êrîşan tê wateya hevkariyê.
HAMBÛRG