Li Îngilistanê statuya penaberan li şûna 5 salan wê ji bo 30 heyvan were dayîn

Hikûmeta Îngilistanê diyar kir ku wê dema statuya penaberan ji 5 salan daxistiye 30 heyvan. Sepana nû wê ji roja Duşemê û pê ve ji bo hemû serlêdanan derbasdar be.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundirîn, dema parastinê ya 30 mehî, wê li welatên referans ji bo kesên hê di bin rîskê de ne were nûkirin. Lê belê wê were payîn ku penaberên ku welatên wan weke ‘’ji nû ve ewle ye’’ tên qebûlkirin, vegerin welatên xwe. 

JI BO RÛNIŞTINA DAÎMÎ DIVÊ PENABER 20 SALAN BISEKININ

Li gorî pergala heyî ji penaberan re parastina 5 salan tê dabînkirin, mafê yekbûna malbatan dihat naskirin û di dawiyê de destûra rûniştina daîmî bi awayekî otomatîkî dihat dayîn. Di çarçoveya reforma nû de ji bo ku penaber destûra rûniştina mayînde bistînin divê 20 salan bisekinin.

Ji bo zarokên bê dayîk û bav jî wê sepana statuya penaberan a 5 salan berdewam bike.

WEKE MODELA DANÎMARKAYÊ YE

Hikûmeta Partiya Karkeran diyar kir ku wê ji modela sînordarker a li Danîmarkayê îlham girtiye. Wezîrê Karên Hundirîn Shabana Mahmood anî ziman ku Îngilistan wê serlêdana kesên ji şer û zulmê reviyane qebûl bike lê belê divê kaçaxçiyên însanan berê xwe nedin vê pergalê.

ZEXTA KOÇBERÎ Û NÎQAŞA SIYASÎ

Reform, di dema zêdebûna hatina penaberan ya li ser Behra Manşê de kete rojevê. Di sala 2005’an de zêdetirî 100 hezar kesî serlêdana pebaneriyê kiriye û hejmara kesên ji rêyên kaçax hatine jî zêde bûye.

Hikûmeta Partiya Karkeran a di bin serokatiya Serokwezîr Keir Starmer de, li hemberî gotinên li dijî koçberiya zêde dibe û pêşketina partiya Reform UK’ê pêngavên têkildarî tundkirina polîtîkayên penaberiyê diavêje.