Li 5 bajarên Swêdê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin
Êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê li 5 bajarên Swêdê bi çalakiyên hatin kirin, hatin protestokirin.
Êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê li 5 bajarên Swêdê bi çalakiyên hatin kirin, hatin protestokirin.
Li paytexta Swîsre Stockholm, bajarê Gotebor, Orebro, Gavle û Soderhamn êrîşên dewleta Tikr a li gelê Kurd bi çalakiyan hatin protestokirin.
Li paytext Stockhomê jinên Kurdistanî li Baxçeyê Qiral hatin ba hev çalakiyek kirin. Dowîzên ku daxwaza rawestandina êrîşên li Başûrê Kurdistanê dihatin xwestin, hatin bilindkirin û pankarta bi nivîsa ‘Dîktator Erdogan ji koronayê xetertire’ vekirin.
Komeke Kurdistanî li Qada Sergelstorgê jî li ser pirekê alên PKK, KCK’ê û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.
Her wiha li Goteborg, Orebro, Gavle û Soderhamnê jî bi çalakiyan dewleta Tirk hate şermezarkirin. Bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê hate kirin ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ragihand ku wê her Çarşem û Înê bi çalakiyan êrîşên dewleta Tirk protesto bikin, bên lidarxistin. Ji bo tevlîbûna çalakiyê bang li jinan û dostên xwe kirin.