Li 5 bajarê Swêdê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin

Di çalakiyên ku li bajarên Solothurn, Basel, Wintherthur, St Gallen û Biel de pêkhatin, li dijî sûcên mirovatiyê yên ku dewleta Tirk kirî ji raya Ewropayê re peyama “dagirkeriyê rawestîne” hate dayîn.

SOLOTHURN

Di çalakiya ku li pêşiya stasyona navendî ya trenê pêkhatî de çalakvanan li dijî komkujiyên dewleta dagirkerê Tirk ku li ser gelê sivîl pêkanîbû drûşm berzkirin û mîtîngek çêkirin. Daxuyanî bi zimanê Elmanî hatin xwendin, li ser navê KCDK-E siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk axivî û got: “bi komkujiyê sivîlan ya li Rojava pêkanîn dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin. Dewletên Ewropî ji bo berjevendiyên xwe li hemberî wan êrîşên hovane bêdengiya xwe xirab nekir. Ji berxwedaniya rûmetê ya li Rojava tê dayîn gumanê we tinebe, ji ber ku vê berxwedana keç û xortên bişeref yên gelê Kurd û şervanên enternasyonalîst biserkeve.”

BASEL

Kurd û dostên wê li pêşiya Parlementoya Kantonê ya li Markplatzê hatin ba hev û mîtîngek lidarxistin. Di çalakiyê bi zimanê Elmanî peyam hatin xwandin û berdewam li ser esasê ku bala raya giştî ya Swêdê bikişînin ser komkujiyên dewleta dagirkerê Tirk û çeteyên wê ya li Rojava pêkanîn, bangên hişyarî çêbûn û dirûşm hatin berzkirin.

BİEL

Li pêşiya stasyona trenê mîtîngek pêkhat. Piştî axavtinên ku tê de bal hate kêşandin ku dewleta Tirk bi dagirkirina Bakurê Sûriyeyê dixwaze gelê Kurd qir bike, çalakvanan derbasê nava stasyonê bûn û li vê derê çalakiyê rûniştinê dan despêkirin û drûşm berkirin. Çalakî piştî demekî bidawî bû.

Her wiha li bajarê Bielê ji aliyê Komîteya Greva Jinan a Swêdê, Tevgera Jinên Femînîst, rêxistinên ciwanan yên alternatîf û parlementerên serbixwe daxûyaniyekî çapemeniyê hate parvekirin. Di daxuyaniyê de peyama “Em xwedî li berxwedana jinan a Rojava derbikevin” hate dayîn.

Dîsa li bajarên St Gallen û Wintherthurê, Kurdistanî û dostên wê li dijî komkujî û dagirkeriyê daketin qadan û dagirkirina Bakurê Sûriyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve protesto kirin.