Kurdo Baksî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' wergirt

Ji rojnamevan û nivîskarên naskirî yê li Swêdê Kurdo Baksî ji aliyê Kulûba Weşangeran a Swêdê ve hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hate dîtin.

Xelata Azadiya Îfadeyê ya David Isak, ku her sal ji wan kesan re tê dayin ku ji bo azadiya çapemeniyê, îfadeyê, demokrasî û azadiyê têdikoşin, îsal radestî rojnamevan û nivîskarê Kurd Kurdo Baksî hate kirin. Xelat hêjayî 10 hezar kronê Swêdê ye.

Jûriyê ji bo hinceta xelatdayinê got, "Kurdo Baksî bi dehan salan ji bo azadiya gotinê û nrixên mirovî mîna meşaleyekê bêtirs û bi xurtî têkoşiya. Lewma hêjayî xelatê hatiye dîtin."

Kurdo Baksî li ser xelatê ji medya Swêdê re axivî û destnîşan kir ku wê xelata xwe ya pere, ji bo çalakî û xwepêşandanên azadiya îfadeyê yên li dijî rejîma Erdogan bi kar bîne.

Kurdo Baksî got, "Ji aliyekî ve Swêd ji ber têkoşîna min xelata azadiya îfadeyê dide min, li aliyê din jî rejîm û alîgirên Erdogan min bi dilxwazê terorê sûcdar dikin. Ya rast cîhan tev zane ku dilxwazê rasteqîn ê terorê, rejîma Erdogan e."