BI DÎMEN

Kurdistaniyên li Hannoverê her roj di çalakiyan de ne

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi sedan kes ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û naskirina statuya siyasî ya herêmê, meşekî girseyî li dar xistin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakiyên piştevaniya bi Rojava re îro jî dewam kir. Bi tevlîbûna sedan kesan meşek hate lidarxistin. Di meşê de êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û daxwaza statuya siyasî ya herêmê hat kirin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê ku qadê tijî kir, destnîşan kir ku ew ê heta ku encameke teqez bigirin li qadan bin. Di axaftinan de ev peyam derket pêş, “Têkoşîna me wê heta azadiya Rojava dewam bike.”

Girseyê di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Jin, jiyan, azadî” ve “Terorîst Erdogan, terorîst Colanî” berzkirin