Li Swîsre û Awûstûrya wê 10'emîn salvegera Şoreşa Rojava bê pîrozkirin
Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava wê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê were pîroz kirin.
Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava wê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê were pîroz kirin.
Rojava Komite Zurich, Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê CDK-S, Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê YJK-S, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, Tevgera Ciwanên Kurd a Demokratîk TCŞ û TekoJIN, 16’ê Tîrmehê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo pîrozkirina salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava û bibîranîna şehîdên şoreşê wê şahiyeke bê lidarxistin. Bi tevlêbûna tevgerên şoreşger ên ji başûrê Emerîkayê û saziyên şoreşger û demokrat ên Swîsreyî yên piştevanê Tevgera Azadiyê ya Kurd in û tevgerên jinan ên xwecih wê şahî di navbira saet 17.00-20.00’an li Ni Una Menos Platzê (Helvetiaplatzê) pêk were.
Beşdar û saziyên piştgir, wê di pîrozbahiyê de biaxivin, peyamên silavkirinê ji Rojava werin şandin, standa pirtûkan were danîn û pêşangeha wêneyan çêbibe û stranbêjên Kurd Sercan Kobanê û Zîlan jî wê bi stranên xwe tev li pîrozbahiyê bibin.
Rayedarên Komîteya Rojava ya Zurîhê têkildarî pîrozbahiyê ji ANF’ê re axivîn û gotin: “Di serî de dewleta Tirk, tevî hemû êrîş û polîtîkayên dagirkeriyê yên hêzên herêmî û cîhanê yên emperyalîst, ambargoya navneteweyî û şerê îdeolojîk, 19’ê Tîrmehê yê 2022’yan 10 sal bi ser Şoreşa Rojava dikeve. Ji sala 2014’an ve bênavber êrîşê Rojava tê kirin. Sedema sereke ya van êrîşan ew e ku pergala li Rojava bi bîr û doz û civakî, pergaleke alternatîf e ji modernîteya kapîtalîst re. Xwedî pergaleke azadîparêziya jinan, demokratîk, ekolojîk û xweser e.“
Rayedarên komîteyê bal kişandin ser wê yekê ku wê bi berxwedana gelên Rojava û piştevaniya enternasyonalîst, ji heqê êrîşan bê derketin û wiha gotin: “Divê em amade bin. Lewre, nirxa ku Rojava afirandiye ne bi tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Û parastina vê nirxê û ji kirina piştevaniyê ji vê nirxê re bi serê xwe kedeke mezin divê.“
Rayedaran diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê, xebata 33 partiyên li Rojava jî gelek giring e û wiha got: “Tiştê esas ê wê pê pêvajo diyar bibe, helwesta xelkên li herêmê û nûnerên wan e.“
Bi domdarî rayedarên komîteyê ev tişt gotin:
“Rojava û gelên li Rojava divê ji dewleta Tirk a nûnerê niha yê hişmendiya DAIŞ’ê ye, bên parastin. Lê serê pêşîn divê modela li Rojava were parastin. Em, ên dixwazin bibin piştevan ji Rojava re, serê pêşîn divê bikevin hewila têgihîştina Modernîteya Demokratîk.
Pêvajoyek li pêşiya me ye. Dibe ku cardin wek sala 2014, 2018 û 2019’an bibe. Ji wê boneyê divê em bi tidarek bin û bawer bikin. Piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, pêvajoyeke ku wê hemû Sûriye û Rojhilatê Navîn azad bibin li ber me ye.“
WÊ LI VIYANAYÊ JÎ PÎROZBAHÎ ÇÊBIBE
Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava, wê li gelek bajarên Ewropayê were pîroz kirin. Roja Şemiyê, li Viyana ya paytexta Awûstûryayê, wê xelk saet di 14.00’an de li Christianplatzê bicive û ber bi Haldenplatzê ve bimeşe.