Kurdistanî li 4 bajarên Swêdê li qadan bûn
Li dijî dagirkerî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 bajarên Swêdê çalakiyên protestoyî hatin kirin.
Li dijî dagirkerî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 bajarên Swêdê çalakiyên protestoyî hatin kirin.
Ji roja êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir di serî de Kurd û dostên wan li gelek welatên Ewropa daketin qadan û ev êrîş protestokirin. Yek ji van welatên jî Swêdê bû.
Li bajarê Stockholm, Helsîngborg, Malmo û Goteborg ên Swêdê Kurdistanî û dostên wan li qadan bûn û êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyên cuda cuda protesto kirin.
Di çalakiyê de daxwaza piştevaniya bi Rojava re hate kirin û her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li firîna balafiran qedexe bike.
MALMO
GOTEBORG