Kurdên li Rûsyayê şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn

Kurdên li gelek herêmên Rûsyayê dijîn, lehengên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Kurdên ku li Komeleya Mala Kurda ya li Moskowayê hatin cem hev, kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Di civînê de Hevserokê Meclisa Kurd a Moskowayê Eka Qulîxan axivî û diyar kir ku, gelê Kurd bi saya şehîdan kariye hebûna xwe biparêze û bi saya rêya ku şehîdan vekiriye ber bi azadiya xwe ve dimeşin.

Qulîxan destnîşan kir ku, têkoşîna PKK'ê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi saya şehîdan kariye hişmendiya Kurdewarî vegerîne û hebûna xwe zindî bike.

Şehîdgeha Kurdan a li Gundê Kurda yê li herêma Yeroslavl a Rûsyayê, ji aliyê komeke welatparêzan ve hate ziyaretkirin.

Li şehîdgehê taca gulan û kulîlk danîn ser gorên şehîd Tayhan (Ahmet Yildirim) û şehîd Jêhat (Remzî Akkûş) ku di sala 1998'an de ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Parlamenta Rûsyayê bedena xwe dabûn ber agir.

Cihekî din a ku civîna bîranînê lê hat lidarxistin, bajarê Mîçurînskê yê herêma Tambov a Rûsyayê bû.

Kurdistaniyên ku di civînê de hatin cem hev, şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û soza dilsoziya bi mîrateya wan a berxwedanê re anîn ziman.