Kurdên li Kanadayê xwedî li banga Rêber Apo derketin
Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê di civînekê de xwedî li banga bi dîmen a Rêber Apo û xeta nû ya têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd derketin.
Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê di civînekê de xwedî li banga bi dîmen a Rêber Apo û xeta nû ya têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd derketin.
Li Navenda Civaka Kurd ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclîsa Jinan û Meclîsa Gel a Kurd ve civînek hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Di civînê de pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' bi berfirehî hate nirxandin.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser têkoşîna li Kurdistanê agahdarî hate kirin. Dîmenê Rêber Apo hate nîşandan û dîmenê merasîma îmhakirina çekan a şervanên Kurd bi baldarî hate temaşekirin.
Di civînê de li ser pêvajoya têkoşîna nû ya Tevgera Azadiyê ya Kurd, rola rêxistinî ya gel û girîngiya seferberiya civakî bi berfirehî hate nîqaşkirin. Bi taybetî işaret bi girîngiya tevlîbûna çalak a jin û ciwanan hate kirin.
Hevserokên Navenda Civaka Kurd anîn ziman ku ew piştgiriyê didin banga civaka demokratîk a Rêber Apo û destnîşan kirin ku ew ji bo avakirina civaka demokratîk dema têkoşîna demokratîk destpê kiriye.
Di civînê de her wiha belavoka KCDK-E'yê ya li ser pêvajoya nû hate xwendin. Beşdaran bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bijî Gerîla' piştgirî dan pêvajoyê.
Civîn bi muzîk, govendê bi dawî bû.