Kurdên li Ewropa li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyanetê li ser piyan e - HATE NÛKIRIN
Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Ewropa dijîn, li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagiker û xiyaneta PDK’ê derketin qadan.
Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Ewropa dijîn, li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagiker û xiyaneta PDK’ê derketin qadan.
Li gelek welatên Ewropayê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê û hevkariya PDK’ê bi meş û mîtîngan hatin şermezarkirin.
OSLO
Li paytexta Norwêcê Osloyê, bi pêşengiya NCDK û saziyên Norwêcê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Osloyê dijîn li ber avahiya konsolxaneya Tirkiyeyê daxuyaniyek dan û êrîşên dagikirinê yên bi piştgiriya PDK’ê şermezarkirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka NCDK-Osloyê Ayser Yuce ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê gelê Kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê tu carê bêdeng nemîne û wê li her derê li ber xwe bide.
Di daxuyaniyê de nûnerê gelek partî û rêxistinên Norwêcê axaftin kirin û êrîşên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezarkirin.
Li ser navê Partiya Keskan a Norwêcê Bente Knagenhjelm, li ser navê Partiya Sor a Norwêcê Mari Rise Knutsen û li ser navê Ciwanên Partiya Sor Halvor Bergkvist jî peyama, "Divê em dagirkeriyê bibînin û li dijî wê derkevin" dan.
Di çalakiyê de berxwedana gerîlayên azadiyê hate silavkirin.
HELSÎNKÎ
Navendek din a çalakiyên Kurdistaniyan payîtexta Fînlandiya Helsînkiyê bû. Kurdistanî û dostên wan îro di saet 15:00’an li meydana Kamppî ya li navenda Helsînkiyê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya raste rast a PDK’ê ya bi hêceta gerîlayên HPG’ê gav bi gav dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike li hev civiyan.
Çalakiya îro bi tevlîbûna rêxistinên Kurdî wek Tevgera Goran û Komele-rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komînîst a Îranê hat lidarxistin. Di çalakiyê de alên PKK'ê, rêxistinên Kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di axaftinên li wir hatin kirin de bal hat kişandin li ser vê yekê ku ev êrîşên vê carê raste rast bi tevlîbûna pêşmergeyên girêdayî PDK’ê yên bi navê Pêşmergên Roj û zêrevanî tên kirin û êrîşa dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê hat şermezarkirin.
Kurdan û dostên wan di çalakiyê de daxuyaniyên bi zimanê Fînî û Kurdî dan û têkildarê rewşê belavok hatin belav kirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê û piştewaniya bi gerîlayên azadiya Kurdistanê bi dawî bû.
AARHÛS
Li bajarê Aarhûs yê Danîmarkayê jî êrîşên dagikirinê û xiyaneta PDK’ê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan li Qada Şaredariya Aarhûsê hatin ba hev û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Çalakî ji aliyê çapemeniya Danîmarka û Ereban ve jî hate şopandin.
Di çalakiyê de Parlamenter Marîa Tempanores axivî û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir. Tempanores, durûtiya Ewropa û NATO’yê jî rexne kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bimre xiyanet“ bi dawî bû.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li hemberî êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk a dagiker li Parka De Wette hatin ba hev û çalakî li dar xistin.
Hevserokê Partiya Sosyal Demokrat a Baselê Marcel Colomb, Sekretera Giştî ya Partiya Basta Fransizka Stier, nivîskara şanoyê û derhênerê Swîsreyî Anîna Jendreyko, endamên SYKP, anarşîstên Swîsreyî, MLKP, TKEP/Lenînîst Parlamentera berê ya HDP’ê Besîme Konca û bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hatin hildan.
Di çalakiyê de Hevserokê CDK-S Îsmîla Kardaş axivî. Kardaş, bang li welatên Ewropa kir û got: “Rûndikê we ji Ukrayna re rijandiye nîvê wê ji gelê Kurd re jî birêjin. Gelê Kurd bi çekên teknolojî tê qetilkirin. Welatên Ewropa li hemberî vê bêdengiya xwe diparêze. Em vê bêdengiyê qebûl nakin. Divê demildest welatên Ewropa li hemberî vî şerî dengê xwe derxîne.“
Kardaş anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê dibin şertên zehmet de li ber xwe didin û got: “Em ê xwedî li vê berxwedanê derkevin û qadan neterikînin. Em ê her cihê û her qadê bikin qada têkoşîn û berxwedanên.“
Piştre endama TJK-E Zozan Serhed axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza NATO’yê êrîşê gelê Kurd dike. Ev êrîşa dagikirinê bi destûra NATO’yê pêk tê. Lê li hemberî van êrîşan berxwedanek bê hempa heye. Gerîlayên Kurd hemû planên wan vale derdixe. Em ê welatê xwe ji dagirkeran û xiyanetkaran re nehêlin.“
Piştî axaftinan girse ber bi qada Theodorskirchplatzê dest bi meşê kirin.
LINZ
Kurdistaniyên li bajarê Lînz ê Awûstûrya û derdora wê dijîn û bi dostên xwe re li navenda bajarê Lînzê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên bi piştgiriya Barzanî protesto kirin. Di çalakiyê de li ser dagirkeriya dewleta Tirk bi zimanê Elmanî axaftin hatin kirin. Hat diyarkirin ku Ewropa û hemû cîhan deyndarê Kurdan û şervanên Kurd ên ku DAIŞ’ê têk birin e û divê deynê xwe bide.
BORDEAUX
Kurdistan û dostên wan yên li bajarê Bordeaux yê Fransa dijîn jî li hev civiyan û êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê bi meşekê şermezarkirin. Meşa Kurdistanî û dostên wan di saet 14.00’an de ji qada Stalîngradê dest pê kir û heta qada Vîctîoare Alaînê berdewam kir. Di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla“, “Her der Kurdistan her der berxwedan“, “Avoir Regime a Turquie”, “Solution politique pour le Kurdistan”, “Viv la Kurdistan” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.
KOPENHAG
Bi pêşengya Federasyona Komeleyên Kurd ên Danîmarkayê Feykurdê, li Kopenhagê çalakî hat pêkanîn. Bi dehan Kurd û dostên wan ên Danîmarkayî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de, ji xeynî pankartên ‘’Erdoganê kujer’’, ‘’Na ji dagirkeriyê re’’, ‘’Bîjî berxwedana gerîla’’, ‘’Barzanî dev ji xiyanetê xwe berde’’, ‘’Tirkiyeya ku çekên kîmyewî bi kar tîne divê were darizandin’’, ‘’Na ji şerê li Kurdistanê re’’ alên PKK’ê jî hatin hilgirtin. Di çalakiya ku eleqe gelek bû de gelek belavok hatin belavkirin.
Siyasetvanên Danîmarkayî jî di çalakiyê de axivîn.
Søren Søndergaard ê ji parlamenterên Enhedslistenê yê Partiya Koalîsyona Gevez û Şîn a Danîmarkayê di axavtina ku kir de diyar kir ku rejîma AKP’ê bi erîşên ku li ser Kurdistanê dike armanc DAIŞ’ê vejîne û destnîşan kir ku welatên Ewropayê çawa ku piştevaniya Ukraynayê dikin divê bi heman awayî ya bi gele Kurd re jî bin.
Søndergaard, wiha bi axavtina xwe de çû: ‘’ Ez û partiya xwe em hertim bi gele Kurd re ne. Cewiyê ruhî yê Erdogan hefteya çûyî li dijî gele Kurd, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfereh kir. Mebest bi operasyonê, birina êrîşan bi ser PKK û Kurdên parastina mafê xwe dikin. Ev gel li çiyayên Kurdistanê, di kampên penaberiyê û li bajaran rû bi rûyê êrîşan dibe. Mebesta Erdogan, helbet ne aştî ye, heke wisa bûya wê bersiv bidana bangewaziyên agirbest û aştiyê yên PKK’ê ku bi salan e dike. Banga min li Ewropayê ew e ku hew xwe li dijî dagirkeriya Erdogan ker bike.’’
VIYANA
Li Viyana ya paytexta Awûstûryayê bi organîzekirina Navenda Civaka Demokratîk, bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê, êrîşên ku li dijî Avaşîn, Metîna û Zap û kantonên Rojavayê dane destpêkirin û êrîşên hêzên Îraqê yên dagirkirina Şengalê bi meş û mîtîngekê hatin protestokirin.
Ji xeynî gelê Kurd ê ji her çar parên welat, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê û rêxistina Partiya Komunîst a Awûstûryayê KJA, rêxistinên anarşist û komên femînîst ên Ewropayê beşdarê meş û mîtîngê bûn. Piştgirî û piştevaniya xwe ya li ji bo gelê Kurd anîn ziman li dijî îxaneta PDK’ê û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li her çar parên dane destpêkirin.
Berîya mîtîng dest pê bibe, ji bo xatirê şehîdên Kurdistanê û şoreşê bi deqeyekê rêz hat girtin. Di axaftinên ku piştî girtina rêzê hatin kirin de bang hat kirin ku PDK demildest dev ji îxaneta xwe berde û derxistina dewleta Tirk ji axa Kurdistanê were derxistin. Di axavtinan hat destnîşan kirin ku bila dewleta Komara Tirkiyeyê bila baş bizane ku Serokatî û gêrîla xeta sor a gelê Kurd e. Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn wê li her derê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê rawestin.
Paşê ji ber Resselpark Karlzplatz’ê ber bi Konsulxaneya Tirkiyeyê bi pankart û flamayan dest bi meşê hat kirin. Gava meşê tim diruşmên "Bimre xiyaneta KDP", "Bijî HPG", "Bijî YPG", "Bijî YPJ", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Es lebe Gerilla", "Türkische Arme raus aus Kurdistan", "Hoch die internationale Solidarität” hatin berzkirin û danezaneke bi Elmanî jî hat xwendin. Mîtînga saet di sisêyan de dest pê bû bi diruşman 5ê êvarê bi dawî bû.
INNSBRUCK
Li bajarê Innsbruck ê paytexta Tirol a eyaleta Awûstûryayê Kurd û dostên xwe, ji bo şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastina Medyayê mîtîngek li dar xistin.
Mîtîng li ser rêya Museum a Innsbruckê hat lidarxistin. Di mîtîngê de pankartên bi Elmanî hatin vekirin, axavtin hatin kirin û belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.