Kurdên li Ewropa li hemberî dagirkirinê û xiyanetê 3 roj in li ser piyan e - HATE NÛKIRIN - I

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Ewropayê dijîn li hemberî dagikirin û xiyaneta PDK’ê 3 roj in li qadanin û bi çalakiyên cuda berxwedana gerîlayên azadiyê silav dikin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Ewropa dijîn bi rojane li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê li qadan in û bi çalakiyên cuda berxwedana gerîlayên azadiyê silav dikin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Asya Yuksel li ber Haûptbahnhof a Dûîsbûrgê çalakiya deng derxistinê hate lidarxistin. Jinan bi qûşxane û taweyê çalakiya deng derxistinê pêk anî. Rêwiyên bi trenê rêwîstî dikirin jî piştgiriya çalakiya jinan kir. Di çalakiyê de pankarta “Bijî berxwedana YJA STAR“ hate hildan.

Di çalakiyê de jinan dirûşmeyan hêrsa xwe ya li hemberî dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê anî ziman. Her wiha jinan berxwedana gerîlayên azadiyê jî silav kir.

Çalakiya ku bi qasî 45 deqîqeyan berdewam kir de, belavokên ku êrîşan protesto dike hate belavkirin.

Jinên ciwan ji bo navê PKK’ê ji lîsteyên qedexe derkeve jî gelek îmze kom kirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li ser Zap, Avaşîn û Metîna hate şermezarkirin. Bi pêşengiya NAV-DEM Hannoverê li ber konsolxaneya Tirkiyeyê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de axaftinên bi zimanê Elmanî, Kurdî û Tirkî hate kirin. Her wiha belavokên bi zimanê Elmanî jî hatin belavkirin. Di çalakiyê de pankartên “Kujer Erdogan û hevkarên wan destê xwe ji Kurdistanê bikêşin“ hatin vekirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bimre xiyanet” û “Bijî Serok Apo”  bi dawî bû.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyekê li ber Konsolxaneya Tirk protesto kirin.

AVUSTURYA

Navendek din a çalakiyan payîtexta Awûstûrya Viyana bû. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Viyana mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin.

Di mîtîngê de ji gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn hate xwestin ku li dijî xiyaneta PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Her wiha bang li PDK’ê hate kirin ku demildest dev ji hevkariya bi dijmin re berde û xiyanetê li Kurdan neke hate kirin.

KREFELD

Li bajarê Krefeld yê Elmanyayê jî standa îmzeyan a ji bo qedexeya li ser PKK’ê her hefte îmzeyan kom dikin, îro veguherî mîtîngê. Aktivîstên Dîe Lînke û Seebrûcke ku di saet 15.00’an li hev civiyan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojava protesto kirin.

Nîjadperestên Tirk êrîşî çalakiyê kir û Kurdistaniyan jî bi dirûşmeyan bersiva nîjadperestan da.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Mîtînga li ber konsolxaneya Tirk a Hambûrgê hate lidarxistin de gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Di mîtîngê de dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye“ û “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor“ hatin berzkirin.

Di mîtîngê de nivîskar Anja Flach axivî û anî ziman ku ew bi tu awayî êrîşên dagirkirinê qebûl nakin. Flach diyar kir ku wê li hemberî êrîşan Kurdistanî û dostên wan timî di nava têkoşînê de bin û ev tişt got: “ Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê bi êrîşan nayê astengkirin.“