Kurdên li Elmanyayê li ser piyan e - HATE NÛKIRIN

Li gelek navendên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de hate gotin ku "Azadiya Abdullah Ocalan temînata azadiya me hemûyan e." Polîsên Elman li Berlînê 10, li Hannoverê jî 3 kesên ku dirûşma "Bijî Serok Apo" berzkirin, destgîrkirin.

Kurdistanî û dostên wan bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû eyaletên Elmanyayê bi taybet li paytext Berlînê derketin qadan.

DUSSELDORF

Kurdistaniyên li eyaleta NRW a Elmanyayê dijîn, ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê îro çalakî û meş li dar xistin. 3 hezar Kurdistanî beşdarî çalakiya li paytexta eyaletê Dusseldorfê bûn.

Kurdistaniyan di saet 13:00‘an de li ber avahiya DGB Hausê li hev kom bûn. Li vir mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtînga ku bi rêzgirtinê dest pê kir de bi sedan Kurdistanî pankartên "Ji Ocalan re azadî" û wêneyê Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Di mîtînga ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, Hevserokê Konfederasyona MED'ê ku hemû saziyên Kurd ên li Elmanyayê jî di nav de ne, Engîn Sever, Hevseroka KNK'ê ya berê Nîlûfer Koç, siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle û Nûnera AGÎF'ê Şafak axivîn.

Kurdên li Koln, Dusseldorf, Aachen, Bonn, Dortmund, Essen, Duisburg, Bielefeld, Munster, Leverkusen, Duren û NRW dijîn tevlî mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de Hevserokê KON-MED’ê Engîn Sever axivî û diyar kir ku 23 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin. Di axaftina xwe de Sever, hikûmeta Elman jî rexne kir û got: “Îro 12’ê Sibatê ye. Elmanyayê di 12‘ê Sibata 2019‘an de Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk girt. Yanî hikûmetên Elmanyayê bi biryarên xwe yên siyasî dijberiya xwe ya li dijî Kurdan berdewam kirin.”

Engîn Sever da xuyakirin ku hikûmetên ku behsa demokrasî û mafên mirovan dikin, sazî, çand û vîna Kurdan qedexe kirine û bi vê yekê li Elmanyayê jî tecrîda li Îmraliyê berdewam dike.

BERXWEDANA HESEKÊ HATE SILAVKIRIN

Di mîtîngê de Hevseroka KNK'ê ya berê Nîlûfer Koç jî axaftinek kir û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û Serketina QSD’ê ya li Hesekê pîroz kir. Koç anî ziman ku QSD’ê li Hesekê rûmeta gelên Kurdistanê parast û hişt ku em bi eniya xwe vekirî bimeşin.

‘KURD DIXWAZIN AZAD LI WELATÊ XWE BIJÎN‘

Piştre, siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle axivî û kesên ku komploya navneteweyî pêk anîn şermezar kir û got: “Kurd bi mafên xwe yên herî xwezayî xwestin li welatê xwe bijîn. Dixwazin di nava aştî û aramiyê de jiyana xwe bi azadî bijîn."

‘EM Ê ALA ŞEHÎDAN BILIND BIKIN‘

Di mîtîngê de Nûnera MLKP'ê Şafak Denîz jî axaftinek kir û komploya navdewletî şermezar kir.  Denîz, şehîdên Rojava bibîr anî û got: “Wê ala şehîdan tu carê nekeve xwarê. Em ê ala şehîdan li qadên têkoşînê bilind bikin.“

Piştî axaftinan Kurdistaniyan dest bi meşê kirin. Li kolanên herî qelebalix ên Dusseldorfê meşek bi qasî du saetan dewam kir. Kurdistaniyên bi kortejên 5 kesî meşiyan, di tevahiya çalakiyê de meş û sirûdên berxwedanê yên li ser Rêber Apo gotin. Her wiha di tevahiya meşê de komploya navneteweyî, jiyan û têkoşîna Rêber Apo, tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna gelê Kurdistanê bi axaftina bi zimanê Elmanî bi mîkrofonê hate vegotin. Meş li ber Foruma Çandê bi dawî bû.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li Hambûrgê û Kîel a Bremenê dijîn, li taxa Jungferstieg dest bi meşê kirin. Kurdistaniyên ji Luneburg, Stade û Lubeckê jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Meşê Abdullah Dodkî axivî û diyar kir ku hezkirina ji bo Abdullah Ocalan evîneke ku ji dil dernakeve û wiha got: “Em bi vê hezkirina ku ji bo Rêberê xwe hîs dikin li kolanan in. Heta ku Rêberê me azad bibe em ê têbikoşin.“

Meşa girseyî li ber îstasyona trenê ya Damtorê bi dawî bû.

BERLÎN

Li paytext Berlînê jî Kurdistanî û dostên wan di saet 12.00‘an de li Alexanderplatzê li hev civiyan û meşa 2 rojan a bi şîara "Ji bo Rêber Apo azadî, wê azadî bi serbikeve“ qediya. Hevserokên FED-KURD û NAV-Berlinê, endamên Meclîsa Gel a Demokratîk, Meclîsa Jinê ya DEST-DAN, Parlamenterê Eyaleta Dîe Lînke Ferhat Koçak û Dîroknas Nîck Braûns başdar bûn. Di meşê de polîsan provakasyon kir û li hemberî vê yekê jî çalakgeran destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê ew ê li qadan bin.

Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Es lebe Ocalan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

HANNOVER

Di pêşengiya pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hannoverê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meş û mîtîngekê protesto kirin. Di şexsê şehîdên "Hûn nikarin roıja me tarî bikin" ji bo hemû şehîdên azadiyê rêz hate girtin. Girse ji qada Hannover Kropcke bi qasî 5 kîlometreyan meşiyan. Di meşê de pankarta “Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyan“ hate rakirin.

Piştî meşê daxuyanî hate xwendin û li ser navê PYD-Hannover, NAV-YEK, TJK-E, Women Defend Rojava, Yekîtiya Hêza Demokratîk (DGB), Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HDBH), ATÎK-Hannover, Kovara Komun û NAV-DEM Hannoverê axaftin hatin kirin.

Li vir polîsên Elman bi hinceta dirûşma "Bijî Serok Apo" 3 kes destgîrkirin, piştî destgîrkirinê dengê dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hîn zêdetir bû.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.