Piştî meha Mijdarê ya çûyî behsa serdana Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo Swêdê bû gelek komên alternatîf ji bo bertek nîşan bidin dest bi amadekariyan kir. Ji wê boneyê komên aştî, av û hewa, antî faşîst û aktîvîstên jin û komîteyên piştevaniya bi Rojava re jî di nav de, gelek rêxistin amadekariya xwepêşandaneke mezin dikin ku 21’ê Çileyê li Stockholma paytexta Swêdê li dar bixin.
Ji xeynê dirûşmeya xwepêşandanê “Na ji NATO’yê û Erdogan re“, pênc dirûşmeyên sereke yên din ên xwepêşandanê hene. Komîteya amadekar ev dirûşme ragihandin:
- Na ji NATO’yê re: Swêd ku 200 sal in tu aliyî nagire, bi Peymana Madrîdê ev kevneşopî xera kir û li şûna rolê xwe yê aştî û çareseriyê tev li tifaqeke leşkerî ya mîna NATO’yê dibe.
- Na ji tifaqa bi faşîstan re: Hikûmeta Swêdê ku piştî Peymana Madrîdê xwe nêzê faşîzma Erdogan kir, tifaqeke faşîst ava kir û bû piştgira kampanyaya hilbijartinê ya Erdogan.
- Na ji vegerandina li Tirkiyeyê re: Daxwazeke ji daxwazên bingehîn ên Erdogan jî ew e ku Kurdên xistine nav lîsta xwe bên lê Tirkiyeyê bên vegerandin. Dewleta Swêdê ku baş dizane ev kes wê bikevin girtîgehan û êşkence li wan bê kirin, heta sê kes li Tirkiyeyê vegerandine. Ev, siyaseta xweşkirina dilê Erdogan e.
- Na ji dayîna çekan re ji bo Tirkiyeyê: Pêvajoya endamtiya NATO’yê ya Swêdê berdewam e, Tirkiyeyê li barandina bombeyan li Kurdistanê dewam dike. Swêd ku sala 2019’an dev ji çekan ji bo Tirkiyeyê berda, bi gotûbêja ji bo endamtiya NATO’yê re cardin li dayîna çekan ji bo Tirkiyeyê dewam kir û xizmet ji bo berjewendiyên hêzên emperyalîst kir. Divê Swêd li dijî Kurdan ku li dijî DAÎŞ’ê bi qehremanî têkoşiyan, alîkariya Tirkiyeyê neke.
- Na çekên nukleerî re li Swêdê: Tu mewzûateke Swêdê li dijî çekên nukleerî nîn e û red kir ku tev li NY’yê bibe. Ji bo qedexekirina çekên nukleerî sala 1968’an meclisê biryar ji bo Swêdê da. Li gor vê biryarê divê Swêd li dijî çekên nukleer bixebitiya. Lê NATO cebilxaneyeke nukleer a mezin e. Endamtiya NATO’yê tê wateya cihbicihkirina çekên nukleer. Divê neyê hiştin ku çekên îmhakirinê yên girseyê li Swêdê bên bicihkirin.