Li bajarê Lozan, Luzern, Bern, Basel ve Zurîh yê Siwîsrê, Kurdan û dostên xwe bi çalakiyan bal kişandin li ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş. Her wiha di çalakiyan de qurbaniyên komkujiya Roboskiyê jî hatin bîranin û ji bo Roboskiyê edalet hate xwestin.
LOZAN
Di çalakiya li ber St Laurentê pêk hat de, pêkhateyên ADGB’ê û gelek saziyên şoreşger tevlî bûn. Di çalakiyê de wêneyê girtiyên di girtîgehan de şehîd bûne Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Abdulrezzak Sûyûr, Vedat Cem Erkmen û Îlyas Demîr hatin hildan. Di çalakiyê de ji bo bîranîna qurbaniyên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST WERIN BERDAN‘
Piştre Hevserokê CDK-Lozan Sitki Demîr axivî û xwest mirina bi guman a girtiyan were ronî kirin û girtiyên nexweş serbest werin berdan.
‘BI ÊRÎŞAN DIXWAZIN ÎRADEYA GIRTIYAN BIŞKÎNIN‘
Piştre nûnerê ADGB’ê Alî Orak jî axivî û anî ziman ku êrîşên li ser girtiyên siyasî berdewama Komkujiya 19’ê Kanûnê ya Girtîgehan e û got: “Bi van êrîşan dixwazin îradeya girtiyên siyasî bişkînin. Em weke ADGB’ê li dehan qadên Ewropa derketin qadan û me xwest em bibin dengê girtiyan. Em ê weke ADGB’ê li qadan cemaweriya Ewropa agahdar bikin û bibin dengê girtiyan.“
Hevserokê CDK Cenevre SalÎh Saglam jî axivî û banga li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar kir.
Piştî axaftinan belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
LUZERN
Li Luzernê jî yek ji cihê çalakiyan Bahnofplatza bû. Di çalakiya vir de jî hate xwestin Aysel Tûglûk û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.
‘JI GERÎLA DERBEYÊN GIRAN DIXWE Û ÊRÎŞÎ GIRTÎGEHAN DIKE‘
Hevserokê CDK-Luzernê Ercan Guneş axivî û diyar kir ku dema faşîzim teng dibe timî êrîşî kelha berxwedanê zîndana dike û got: “Dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastina Medyayê derbên giran ji gerîla dixwe û di nava têkçûnê de ye. Ji bo vê yekê êrîşî girtîgehan dike. Ev encama windakirina wan e. Em ê li her cihan xwedî li berxwedana gerîla û girtiyên siyasî derkevin.“
Nûnerê ADGB’ê Ozgur Kaya jî banga têkoşîna hevpar kir.
Li vir jî ji aliyê aktivîstan ve belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
BERN
Li Bernê jî bi tevlîbûna sazî û kesên şoreşger re çalakî hate lidarxistin. Berdevkê ADGB’ê yê Ewropa Tuncay Yilmaz axivî. Yilmaz anî ziman ku îro li gelek navenda ji bo piştevaniya girtiyên nexweş em derketin qadan û me çalakî li dar xist. Yilmaz diyar kir ku wê heta rûyê îşkencekar ê dewleta Tirk teşîr bikin wê çalakiyê xwe bidomînin û got: “Em ê bi hevre faşîzmê têk bibin. Heta ku em bigihêji armanca xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin.“
‘GIRTÎGEH VEGUHERÎNE BÎRÊN MIRINÊ‘
Piştre siyasetmedar Necdet Atalay axivî û got: “ Divê di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan. Girtîgehên Tirkiyeyê êdî veguherîne bîrên mirinê. Dewleta faşîst bi hincetên cuda pêşî li berdana girtiyan digre û girtiyên cezayê wan xilas bûye nayên berdan. Bi mirinên dawî re derket holê ku li dijî girtiyan serî li polîtîkayek din a qirêj dane. Em ê li her qadê û li her cihê bibin dengê girtiyên siyasî.“
Piştre daxuyanî bi zimanê Elmanî ji aliyê Hevseroka CDK’ê Hediye Mûnzûr ve hate xwendin.
ZURÎH
Li Zurîhê jî qada çalakiyê Bahnhofplatz bû. Di axaftina li ser navê nûnertiya ADGB’ê ve hate kirin de jî ev tişt hate gotin: “Em ê li her qadê li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêktên rawestin û bibin dengê girtiya.“
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.