Kurd di salvegera 100’emîn de dest bi protestokirina Peymana Lozanê dikin

Kurd, ji bo di salvgera 100’emîn de Peymana Lozanê protesto bikin, amadekariya lidarxistina rêzeçalakiyan dikin. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs bang li hemû Kurdan kir ku li ber peymanê rabibin.

Bi dehan nûnerên partî û saziyên Kurdan ku li Bruksela paytexta Belçîkayê hatin ba hev, plansaziya çalakiyên salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê eşkere kir. Sala 2023’yan, di serî de Lozan, wê li gelek navendên Ewropayê, peyman bi çalakiyên cur bi cur bê protestokirin.

Wê konferans bên lidarxistin, panel bên danîn, fîlm bên nîşandan û konser bên çêkirin. Sibatê wê dest bi lidarxistina panel, nîşandana fîlman û çêkirina konseran bê kirin û heta bi meha Cotmehê lê were dewamkirin. Çalakiya dawîn, wê sê rojan dewam bike û bi danîna dadgehekê bi dawî bibe.

‘DIVÊ EM DINYAYÊ PÊ BIHESÎNIN KU EM PEYMANA LOZANÊ QEBÛL NAKIN’

Civîn li avahiya navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat lidarxistin. Hevserokê kongreyê Ahmet Karamûs destpêkê axivî.  Karamûs diyar kir ku sed sal di ser Peymana Lozanê re buhurîne û got: “Kurd sed salên çûyî bi vê peymanê ji hev parçe bûn, hatin qetilkirin û êş kişandin. Mixabin hêj jî berdewam e. Lewma ev peyman em çawa anîbin vê rewşê divê wisa jî bê xerakirin û bidawîkirin. Divê em bi hev re li dijî vê peymanê têbikoşin. Banga me KNK’ê li hemû partî û aliyan ew e ku li ber vê peymanê bibin yek. Divê em Kurd bi dinyayê bidin zanîn ku Lozanê qebûl nakin.“

‘KURDISTAN JI KURDAN TÊ XALÎKIRIN’

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrat wiha axivî: “Li dijî Kurdan şerekê bi plan û stratejî tê kirin. Mixabin em baş hay jê nîn in. Kurdistan bi peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê dabeş û parçe bû. Lê îro bêhtir xeternak û berfereh e. Demografiya bajarên Kurdan tê guhertin. Kurdistan ji Kurdan tê xalîkirin. Divê mirov hay jê hebe.“

‘KURD XURT IN LÊ BELAVBÛYÎ NE’

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind, îşaret bi yekîtiya Kurdan kir û axavtina xwe wiha kir: “23’yê Kanûna 2022’yan li Parîsê 3 Kurd hatin qetilkirin. Ev ji bo me pir bi êş bû. Eger em bi hevparî tênekoşin wê qetlîamên wiha zêde bibin. Em Kurd xurt in lê belavbûyî ne.“

‘TIRKIYE JI BO TUNEKIRINA DESTKEFTIYÊN KURDAN BÛYE SEFERBER’

Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç jî ev tişt gotin: “Rewşa siyasî ya niha, dişibe rewşa siyasî ya sed sal berê. Rojhilata Navîn dîsa lihevketî ye, şer û têkoşîna ji bo girtina para xwe, tên kirin. Kurd dîsa aktor in. Lê ji ber ku Kurd sed sal berê ne yek bûn, bûn perçe perçe û tek çûn. Em nebin yek em ê têk biçin. Ji wê boneyê divê partiyên Kurdan bêyî berjewendî û demildest bibin yek û bi hev re têbikoşin da ku em vê sedsalê jî têk neçin.

Koç anî ziman ku dewleta Tirk ji bo bi Kurdan bide wendakirin her tişt daye ber çavên xwe û wiha got: “Bi her awayî neheqî li Kurdan tê kirin. Tu tiştekî nas nakin. Ne bi tenê Kurdan, ên bi Kurdan re dibin piştgir jî dikin armanc.“

ÎRAN Û TIRKIYE DIXWAZIN KU LOZAN BERDEWAM BIBE’

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Siyamend Mûînî jî bal kişand ser bûyerên li Îranê diqewimin û wiha bi axavtina xwe de çû: “Bingeha polîtîkayên zextker ên bi ser Kurdan, encama Peyman Lozanê ye. Eger ev peyman nehata danîn, gelê me wê ne di vê rewşê de bûya. Ji wê boneyê ye ku Îran û Tirkiye ketine wê hewilê ku Lozan berdewam bibe.“

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîq Gafûr jî anî ziman ku Kurdistan îro jî navenda krîz û şer e û got ku yên zirar dibînin û bi tunebûnê re rû bi rû dimînin, Kurd in. Gafûr bi bîr xist ku her kesê erdnîgaqiya Kurdan ji xwe re kiriye armanc û destnîşan kir ku divê Kurd li dijî vê yekê xwe bidin yekîtî û azadiyê.

Evdilah Mistefa Sûltanî jî diyar kir ku Kurdistan di bin destên dagirkeriyê de ye û Kurd her roj rû bi rûyê êrîşên terorî ne û got: “Herî dawî li navenda Ewropayê sê Kurd hatin qetilkirin. Em Kurd divê êdî ji vê re bibêjin, bes e. Divê em li ber vê dagirkeriyê rabibin.“

‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN’

Yek ji neviyên Şêx Mehmûd Berzencî yê li Başûrê Kurdistanê, di destpêka sedsala 20’an de, ji bo Kurdistana xweser têkoşiya, endamê KNK’ê Şahla Hefîd jî bal kişand ser rewşa Kurdan û got: “Yekane rêyek a derketina me heye, ew jî bi yekîtî û bi têkoşîneke bi hevparî kombûna li hev e. Lewma divê em vê têkoşînê geş bikin.“

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zubeyîr Aydar jî bal kişand ku dewleta Tirk ji bo sala 100’an Lozanê li dijî gerîlayên Kurd serbikeve, êrîşên xwe zêde kirine û wiha pêde çû: “Di nava 10 salên borî de çawa ku Srî Lanka Pilingên Tamilê tune kiribe, dewleta Tirk jî bi êrîşên sala 2022’yan pêk anî, xwest gerîlayên Kurd tune bike. Lewma êrîşeke piralî da destpêkirin. Bikaranîna çekên kîmyewî jî di nav de, her cure bê hiqûqî hat kirin. Lê bi hezaran ciwanên ku em navê wan jî nizanin, bi berxwedana xwe li ber êrîşên dewleta Tirk rabûn û ev polîtîkayên wan pûç kirin. Em piştgiriyê bidin van lehengên bênav, bibin parçeyek ê armanca wan. Ji bo wê jî divê li Ewropa û Emerîkayê, xebatên dîplomasiyê cidî û piralî, bên birêvebirin. Vê sedsalê dibe ku em bala civaka navneteweyî ya bibin ser pirsgirêka Kurd.”

Li aliyê din Aydar got ku bi çalakî û merasîmên ku wê tevahiya salê li dar bixin, nîşan bikin ku peymana Lozanê ne rewa ye û Kurd wê vê qebûl nekin.

‘BI YEKÎTIYÊ EM DIKARIN LI BER ÊRÎŞAN RABIBIN‘

Nûnerê YNK’ê yê Ewropayê Şêx Şemal jî bi bîr xist ku Kurd di bin êrîşên dagirkeriyê de ne û wiha axivî: “Em Kurd, îro li ber van êrîşan, encex bi yekîtiyê dikarin bibin bersiv. Lewma bi taybetî berpisyariyeke zêde, dikeve ser vê yekîtiyê. Em dikarin bi têkoşîna xwe ya dîplomasî ya li Ewropayê, bala raya giştî ya cîhanê bikêşin ser Kurdistanê. Êdî em dawiyê li van civînan bînin, bi pratîkê çalak bibin. Roj ne roja axaftinê ye, dema meşandina kar û xebatê ye.“

Endamê Konseya KNK’ê û endamê Hîndekariya Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a Kurdistanê didome û got: “Niha bi taybetî li Başûrê Kurdistanê 160 baregehên leşkerî, bi hezaran navendên bazirganiyê yên Tirk hene. Ev hemû navendên MÎT’a Tirk in. Li qadên Perwerde, tenduristî û gelek qadên din, dagirkerî heye. Şebekeyên telefonan jî yên Tirkiyeyê ne. Zarok jî êdî bi Tirkî diaxivin. Li televîzyonên Tirkan tên temaşekirin. Rewşa me ya niha ev e.”

Civîn piştî nîqaşan, bi plankirina merasîmên protestokirina Peymana Lozanê ya di sala 100’an de, bi dawî bû. Li gorî vê rêzeçalakiyê ku navenda wan wê Lozan be, wê li gelek paytextên Ewropayê bên lidarxistin. Merasîmên herî mezin jî wê di navbera 20-24’ê Tîrmehê de, bên lidarxistin. Wê konferans bên lidarxistin, panel bên danîn, fîlm bên nîşandan.