Kongreya 9'emîn a CDK-S'ê hate lidarxistin

Di kongreyê de plansaziya serdema nû hate amadekirin, hevserok û rêveberiya nû hatin hilbijartin.

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) ku rêxistiniya sîwanî ya civaka Kurd a li Swîsreyê ye, kongreya xwe ya 9'emîn bi beşdariya bi sedan delege û mêvanî li bajarê Gerlafîngen ê kantona Solothûrnê pêk anî.

Siyasetmedar Mûstafa Sarikaya, Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP) a Kantona Solothûrnê Franzîska Roth û ji damezrînerên Partiya Jinûve Damezrandinê ya Sosyalîst (SYKP) Tûncay Yilmaz jî tevlî kongreyê bûn.

Kongre diyarî endama Konseya Rêveber a KONGRA GEL Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) û ji fermandarên efsanewî yê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Fazil Botan (Ahmet Şeker) hate kirin. Dirûşma kongreyê bi vî rengî bû, "Li dijî xiyanet û hevkariyê em bi Rêberekî azad, Kurdistaneke azad biafirînin." Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li salonê hatin daliqandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dîwan hate avakirin.

SARIKAYA: GELÊ KURD WÊ RÊ NEDE QIRKIRINÊ

Siyasetmedar Mûstafa Sarikaya hilbijartinên Serokkomariyê yên 28'ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sala 100'emîn a Peymana Lozanê û êrîşên li ser Mexmûrê nirxand. Sarikaya got, "Bi rêya van polîtîkayan dixwazin gelê Kurd 100 salên din dîl bigirin, qir bikin. Gelê Kurd wê rê nede vê yekê."

Sarikaya anî ziman ku di vê demê de wê çarenûsa gelê Kurd, gelê Tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn diyar bibe û got, "Di sedsala derbasbûyî de bi êrîşan xwestin ku gelê Kurd tune bikin, lê belê gelê Kurd rê neda vê yekê. Tevî ku van êrîşan xisareke mezin afirandin jî berxwedanek hebû. Dixwazin bi dewamkirina lozanê di sedsala duyemîn de vê plana tunekirinê bibin serî."

'BERPIRSYARIYA ME YE KU REJÎMA ERDOGAN HILWEŞÎNIN'

Sarikaya got, "Tevgereke ku berxwedana Rêber Apo ji xwe re kiriye esas, careke din ispat kir ku tune nabe" û wiha dewam kir, "Di vê hilbijartinê de serketina Erdogan wê were wateya erêkirina qirkirina Kurdan. Kampanya hilbijartinê ya rejîma Erdogan li ser Qirkirina Kurdan e. Em jî li dijî vê kampanyayê bi rengekî amadebûyî berxwedan xwe dewam dikin. Li Tirkiyeyê çiqas dijminê Kurdan hebe li dora Erdogan civiyan, bi rengekî dijberê nirxên mirovahiyê dest bi êrîşê kirin. Bi rêjeya ji sedî 49.5 ê dengan xwestin ku fikrekî têkçûnê bi me re bidin çêkirin. Bi vê têgihiştinê nexapin. Em dixwazin rejîma Erdogan hilbweşînin û ev derfetê me heye. Ji bo hilweşandina rejîma Erdogan em berpirsyar in ku çi ji destê me bê bikin. Lewma divê em sê rojên dawî bi ruhê seferberiyê bixebitin û mirovekî bi tenê nehêlin ku dengê xwe bi kar neaniye."

ROTH: TÊKOŞÎNA WE WÊ HÎN BÊHTIR BÊ DÎTIN

Franzîska Roth jî anî ziman ku ew bi navê partiya xwe tevlî kongreyê bûye û got, "SP piştgiriyê dide têkoşîna azadiyê ya Kurdan. Hewldan û karê me ew e têkoşîna Kurdan ên hem li Swîsreyê hem jî li deverên din ên cîhanê bi ser bikeve, statuya xwe bi dest bixin. Bi taybetî têkoşîna jinên Kurd a ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê em gelekî girîng dibînin. Di hilbijartinên Tirkiyeyê de kî bibe desthilatdar jî têkoşîna we wê hîn bêhtir bê dîtin. Weke SP me hewl dan ku daxwazên we li Parlamenta Federal a Swîsreyê bidin nîşandan. Hewldanên me yên ji bo naskirina Kurdan li Swîsreyê û bidestxistina mafê wan, wê dewam bike. Weke SP em ê her tim li gel têkoşîna gelê Kurd bin."

YILMAZ: PROJEYA ABDULLAH OCALAN RÊ NÎŞANÎ SIYASETA TIRKIYEYÊ DIDE

Tûncay Yiljmaz jî destnîşan kir ku paradîgmaya azadî, demokrasî û yekbûnê ya gelan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê teqez bi cih bê anîn û got, "Tevgera PKK'ê di pêşvebirina tevgera sosyalîst a Tirkiye û Rojhilata Navîn de bi rola pêşengiyê rabû. Îro li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn berxwedaneke mezin li dijî sîstemê heye. Çavkaniya bingehîn a vê berxwedanê jî têkoşîna bi salan a gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurdan e. Hewldana partiya sîwanî ya ku Abdullah Ocalan di sala 2009'an de weke projeyekê destnîşan kir, îro rê nîşanî siyaseta Tirkiyeyê dide."

HEVSEROK Û RÊVEBERIYA NÛ HATIN HILBIJARTIN

Di kongreyê de raporên li ser karê 2 salan hatin xwendin, nirxandin û pêşkêşî dengdana delegeyan hatin kirin.

Rûniştina duyemîn jî bi rojeva hilbijartinê pêk hat. Di encama dengdanê de Selma Surer û Huseyîn Mamakli ji bo Hevserokatiya CDK-S'ê hatin hilbijartin. Her wiha rêveberiyek ji 14 endaman hate hilbijartin.

Piştî hilbijartinê plansaziya ji bo dema nû hate amadekirin û pêşkêşî dengdanê hate kirin.