KON-MED: Li qadan em jiyana azad biqîrin
KON-MED’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û federasyon di serî de bang li hemû kesan kirin ku bila tevlî meş û mîtîngan bibin.
KON-MED’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û federasyon di serî de bang li hemû kesan kirin ku bila tevlî meş û mîtîngan bibin.
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanya (KON-MED) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyamek weşand.
Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:
“Pergala modernîteya kapîtalîst 5 hezar sal in azadiya gelan û baweriyan ji destê wan stendine, mafê wan ê jiyanê û tune hesibandine, çavê xwe ji qetlîam û şeran re girtine. Ji ber daxwaza wan a kara zêde û mêtingeriyê gel xistine nav hejariyê.
Dewleta Tirk di serî de dewletên mêtinger bi înkar, asîmîlasyon û jenosîdê di sedsala 21’emîn de xwestin gelê Kurd tune bikin. Dewleta Tirk hemû hiqûq û demokrasiya navneteweyî bin pê kir û li ser gelê Kurd gelek qetlîam kir.
Di vê pêvajoyê de ligel ku hemû tiştên neyînî hene, ji bi awayê ku îlhamê bidin nifşên piştî xew, bi têkoşîna xwe berxwedan û destkeftî qezenc kirine. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê careke din nîşan da ku em bi şoreşa jinan a ku di sala 2021’an de jî domiya û dewrî sala 2022’an hate kirin.
Em bi wesîleya 8’ê Adarê di serî de federasyonêm me, em bang li hemû şoreşger, demokrat, gel, jin, ronakbîr, aştîxwazan dikin ku tevlî meş û mîtîngên ku wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Kurdistanê bibin. Em dakevin qadan û sloganên azadiyê bi awayekî xurt biqîrin.”