KON-MED'ê banga tevlêbûna li çalakiyên 12'ê Sibatê kir
KON-MED'ê bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir ku tevlî çalakiyên 12'ê Sibatê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
KON-MED'ê bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir ku tevlî çalakiyên 12'ê Sibatê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
KON-MED'ê ji bo çalakiyên 12'ê yên bi mebesta şermezarkirina 15'ê Sibatê, komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadkiriya Ocalan, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku salvegera 23'yan a komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser gelê Kurd Abdullah Ocalan nêz dibe û hate gotin, ''Ev komploya 15'ê Sibatê hr wiha roja qirkirina gelê Kurd e. Ji br vê jî 15'ê Sibatê ji bo Kurdan roja reş e û ew roj e ku vîna gelê Kurd rehîn hatiye girtin. Tê xwestin ku bi pergala tecrîdê ya Imraliyê Kurdan bêhilm bihêlin.''
KON-MED'ê diyar kir ew ê komployê şermezar bikin û got, ''12'ê Sibatê li gelek navendên Elmanyayê di serî gelê me, bi tevlêbûna dostên me bi meş û mîtîngan wê komploya navnetewî were şermezarkirin û em ê bixwazin ku Rêber Apo ji hêla fizîkî ve were azadkirin.
Em KON-MED bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi rihê seferberiyê tevlî meş û mîtîngên 12'ê Sibatê yên li çar navendên Elmanya û Strasboûrgê bibin û bigihijin jiyana azad.''
CIH Û DEMÊN ÇALAKIYÊ:
"Cih: Hannover-Kropcke
Saet:14:00
Dîrok:12.02.2022
Cih: Hamburg- Jungferstieg, Ressendammbrucke
Saet: 15:00
Dîrok:12.02.2022
Cih: Berlîn-Alexanderplatz
Saet: 12:00
Dîrok:12.02.2022
Cih: Dusseldorf- DGB Haus
Saet: 13:00
Dîrok:12.02.2022
Cih: Strasbourg- Place de le fare 67000 Strasbourg
Saet: 10:00 Dîrok:12.02.2022."